Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
- rojane
- 12:59 08
Jin bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” heta qada mîtîngê ya li Qada Îstasyonê meşiyan.
Jin bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” heta qada mîtîngê ya li Qada Îstasyonê meşiyan.
Rojnamevan Alî Bariş Kûrt, piştî cezayê ku ji ber xebatên rojnamevaniyê lê hatibû birin hat erêkirin, hat girtin.
Rojnamevan Azîz Koyluoglû, di êrişa Tirkiyeyê de hat qetilkirin.
Endamê ANKA-DER'ê Dogan Şenses diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyekî ve girêdayî zimanê kurdî ye û got: "Em wekî xebatkar û dildarên zimanê kurdî divê di vî warî de polîtîkayeke girîng ava bikin û hemû astengiyên ku dewlet datîne pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî ji holê rakin."
DEDAŞ'ê bi hinceta deynê ceyranê trafoyê cotkar desteser kir û mala wî bê ceryan hişt. Turkiye Çiray a 84 salî ku li malê dijî û ji sedî 98 astengdar e û girêdayî amûra hilmijînê ye jî, bû mexdûrê qutkirina ceryanê.
Rojnameger Oznur Deger ku bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin, der barê wê de biryara girtinê hat dayîn.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û wiha bang li îktîdar û muxalefetê kir: “Êdî ne dema gotinê lê dema diyarkirina nexşerêya şênber û raberkirina îradeyê ye.”
Kesên di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di bîranînê de got ku divê her kes xwedî li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan derkeve û got: “Ev, firsendekî mezin e û divê jidest neçe.”
Rêveberiya Girtîgeha Evînê cezayê Girtîgeha Evînê cezayê “3 hefte wê ji mafên xwe yên sereke bêpar werin hiştin” dan 27 girtiyên jin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were taloqkirin. Wêrektî dê bi her kesî bide qezenckirin.”
Rojnameger Oznûr Deger ku di saetên serê sibehê de li Mêrdînê hate binçavkirin, mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî. Hat zanîn ku dê Oznûr Deger bibin edliyeyê.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rojnamegeran ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê li Amedê were lidarxistin, bang krin û gotin ku divê her kes ji bo xwedîderketina li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan di 8’ê Sibatê de li qada mitîngê be.