WAN – Mecît Alagoz, piştî 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin.
Mecît Alagoz ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler Edeneyê dihate ragirtin, piştÎ 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin. Tevî Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun û gelek kesên din pêşwaziya Alagoz kirin. Pişt re girse derbasî konê serdanê bû.
Mecît Alagoz, di sala 1993’yan de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM), bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê muebbedê daye. Rexmê xilasbûna cezayê, tehliyeya Alagoz, heta niha bi hincetên cihê hate astengkirin.