Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
- rojane
- 16:54 06
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu li Dêrsimê di civîna gel de axivî û got ku ji bo wan tişta girîng, avakirina pêşerojeke azad e.
Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu li Dêrsimê di civîna gel de axivî û got ku ji bo wan tişta girîng, avakirina pêşerojeke azad e.
Danişîna doza Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hate taloqkirin.
Bi boneya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li navçeya Samandagê meş hat lidarxistin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de peyama “Ev ne karesat lê komkujî bû. Em ê jibîr nekin û hesabê ji îktîdarê bipirsin” hate dayin.
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera erdhejê de axivî û got: “Ewqas welatiyan ji ber polîtîkaya rantê ya îktîdarê jiyana xwe ji dest dan. Îktîdarê çi kir? IBAN da û Heyva Sor a Tirk jî kon firotin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Semsûrê axivî û wiha got: “Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn. Ev derfete ji bo serokê HTŞ’ê bi mehfûra sor bê pêşwazîkirin tê bikaranîn lê ji bo kedkar, xizanên Semsûrê, ji bo Elewiyan û Kurdan nayên bikaranîn.”
Dewleta tirk navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê bi balafirên şer bombebaran kir.
Ji 44 welatan hezar û 200 kesan ji bo rejîma Îranê biryara xwe ya ji bo darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî dabû betal bike û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.
Rojnameger Wirya Hemê Kerîm li Silêmaniyeyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora binpêkirinên mafan ên meha Çileyê ya MKG'ê; 4 rojnamegerên jin hatin girtin, rojnamegerek hate qetilkirin û 31 hesabên medyaya civakî jî hatin astengkirin.
Kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Danişîna doza nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci ku ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Endamên DEDAŞ’ê tevî leşkeran li bajarokê Dêrgûlê bi hinceta “ceyrana qaçax” bi ser gund de girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha gotin: “Bi êrişên didomin re çareser nabe. Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike."
Esmer Çikmaz ku keça wê di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku êriş ji bo valakirina navçeyê hatin kirin û got: “Em ê wan rojan ji bîr nekin.”