'Barekî giran dikeve ser milê parlementerên jin'
- jin
- 09:25 14/9/2018
Jinên Îzmîrî der barê serdema nû ya Melîsê de ya di 1'ê Cotmehê de dest pê bike, fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku barekî mezin dikeve ser milê parlementerên jin.
Jinên Îzmîrî der barê serdema nû ya Melîsê de ya di 1'ê Cotmehê de dest pê bike, fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku barekî mezin dikeve ser milê parlementerên jin.
Pirtûka “Kurd Siyasetînin Mor Rengî” ya ji ezmûnên jinên di siyaseta herêmî û giştî de peywir girtin û niha di girtîgehê dene pêk tê, dê bi etîketa weşanxeya Dîpnotê di 21’ê Îlonê de di refan de cih bigire.
Li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê, 22 girtiyên jin ragihandin ku hema bêje her hefte ceza li wan tê birîn. Jinan diyar kir ku li qawîşan 6 kamera hene û her çend Wezareta dadê diyar kiriye ku ev kamera bên rakirin, lê dîsa jî nehatine rakirin. Jinan destnîşan kir ku ji ber wan ser kamerayan girtiya, cezayê huceryê li 30 kesî hatiye birîn.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, ji bo piştevaniya rojnamegerên jin ku ew ê vê hefteyê daneşîna doza wan bê dîtin, banga tevlibûna daneşînê kir.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê darvekirinên aktîvîstên Kurd Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Muradî û pismamê Zanyar Luqman Muradî de daxuyanî da û got: “Darvekirin sûcê mirovahiyê û divê rejîma Îranê demildest dest ji van kiryarên xwe yên sûcê mirovahiyê ber de.”
Songul Polat ku di zarokatiya wê de malbata wê bi zorê ew zewicand û di dema zewicandinê de tim şidet lê hatin kirin, ji roja ku hatiye xapandin ji bo xwe bi xwe bijî têdikoşe. Polat, bang li hemû jinan kir ku xwe li bêdengiyê daneynin û got: "Bila tiştên li wan tên kirin qebûl nekin. Bila nebêjin zaarokên me hene û nebêjin dê mala min bela bibe."
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Pisporê Welidandina Jinan H.K., li jina ducanî ya penaber ku ji Sûriye hatiye neheqî kir û got: “Hûn ji Sûriye direvin tên vir û hûn xwe ducanî dikin" Serhekîm ê bi jina ducanî re niqaş kir, jina penaber sucdar kir.
Li gundê Gomanê ya bi ser navçeya Mazgirtê ve Muzaffer G. hewl da jinekê tacîz bike. Jinan bertek nîşanî tacîzê dan û gotin: “Em ê di gundê xwe de tacîzkar nedin hewandin.”
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, diyar kir ku di meha Tebaxê de 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
Hat diyar kirin ku li Mazgirtê, Muzaffer G. ê xwestiye tacîzî jina sewalên xwe diçêrandin bike, hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Midûryeta Polîsan G. hat berdan.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo di hilbijartina herêmî û di pêvajoya nû de xeta xwe ya têkoşînê diyar bike bi hevserokên rêxistinên bajaran ên jin re li hev kom bûn.
Rêvebera KCD'ê ya Amedê û aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, têkildarî destdirêjî û tundiya li ser jinan diyar kir ku rayedarên hikumetê her roj zimanê tundiyê pêş dixin û jinan dike hedef. Bîlgîn, destnîşan kir ku hikûmet bi rêbazên tundiyê dixwaze hemû destkeftiyên jinê desteser bike û jinê di malê de hepis bike.
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, bilêv kir ku ew bi ruhê seferberiyê amadekariyên hilbijartina herêmî dikin û got: "Em jin ji bo destkeftiyên xwe yên ku tevî hemû çewisandinên dewletê me bi dest xistin dîsa bi dest bixin, em hilbijartinên herêmî wekî firsendekî dinirxînin."
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji jinên girtî re kart şandin.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP, HDK û SKM'ê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1'ê Roja Aştiya Cîhanê ku di 2'ê îlonê de li Qada Bakirkoy pêk bê bibin. Jinan xwest her kes li dijî zordariyê dakevin qada Azadiyê ya Bakirkoyê û li dijî zordariyê dengê berxwedanê bilind bkiin.