82 sal ceza li zilamê ku zarok îstsimarkirin hat birîn
- jin
- 09:13 10/10/2018
Li Îdirê li Bûrhan B.'yê ku gelek caran xwişkên hev E.Y. (14) û E.Y. (12) îstismar kir, 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza hat birîn.
Li Îdirê li Bûrhan B.'yê ku gelek caran xwişkên hev E.Y. (14) û E.Y. (12) îstismar kir, 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza hat birîn.
Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê hat lidarxistin, di roja duyemîn de jî berdewam kir. Di rûniştina îro ya konferansê de li ser tecrubeya Bakurê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Li navçeya Kuçukçekmecê ya Stenbolê jina bi navê Îkram D. ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya xwe eşkere kir û got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û tunekirina destkeftiyên jinan ên AKP’ê, di zemînek hevpar de têkoşîna xwe bi rêve bibin. Li dijî dijminantiya demokrasî û jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê, têkoşîn û berxwedan li hemû qadên jiyanê berdewam dike.”
Meclîsa Jinan, bi armanca pirsgirêkên karkerên jin çareser bike, Meclîsên Karkerên Jin ava kir. Meclîsa Jinan diyar kirin ku ew li dijî patronan rawestin û jin li kargeri, fabrîqe, ofîsan ne bi tenê ne.
TJA, bertek nîşanî redkirina serlêdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a DMME’yê da û got: “Ev biryar li dijî vîna gelê Kurd êrîşeke. DMME divê dest ji vê biryara xwe ya skandal ber de.”
Nivîskar Sevîn Korkmaz Dînç, diyar kir ku jin bê dîrokin, ji ber vê divê hemû jiyana xwe qeyd bikin û got: "Ger jin jiyana xwe binivîsîn û ramanên xwe derbixin holê, dê karibin dîrokeke jinan ava bikin.”
Jinên li Kolnê li dijî Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.
Li Êlihê, mêrê bi navê P.K., ji bo fuhûşê gef li jina bi navê B.R. xwarin. B.R., giliyê P.K. kir. P.K. hat binçavkirin û piştî îfadedayînê bi hinceta "delîl kêm in" hat berdan.
Karker Burcu Koçlu ya ji sedî 54 astengdar e, piştî bi sedema "Krîz heye" ji kar hat avêtin, li ber febrîqeya lê kar dikir dest bi çalakiyê kir. Koçlu, diyar kir ku tenê rêya guhertina şertên koletiyê ewe ku mirov xwe bi rêxistinkirin bike.
Li Navçeya Saruhan a Manîsayê Jinên karker ên çandiniyê ku di nava zeviyan de kar dikin, bi keda zêde û heqê kêm kar dikin. Jinan diyar kirin ku ji hemû mafê xwe yê karkeran dûr in û her tişt zem dibe, lê heqê keda wan zêde nabe. Jinan anîn ziman ku êdî rewşa wan karê nanozikê jî derbas kiriye.
Jinên Colemêrgî, bertek nîşanî girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û gotin: “Şert û mercên we ji bo Enîs Berberoglu pêk anî, em dixwazin ji bo Leyla Guven jî bên pêkanîn.”
Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a “Kriz tune. Hemû manipulasyon/derew e” dan û wiha gotin: "Ji ber zemê her roj zêde dibin em nikain pişta xwe rast bikin. Em nêvî têr û birçî dijîn. Hûn dibêjin em di heman keştiyê de ne. Lê heqê rêya me ya dolmîşê tune. Em çawa di heman keştiyê de ne."
Serokê Baroya Mêrsînê parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz, bertek nîşanî cezayê kêm dayîna bersûsê Feray Şahîn Fatîh Burak A yê polîs û got: “Biryara hat dayîn wijdana civakê û malbatê rehet nekir.”
Meclîsa Jinan a HDP'ê piştî civîn pêk anîn, dest bi hamleya rêxistinê dikin.