DÊRSIM - Şaxa ÎHD’a Dêrsimê, bi daxwaza rakirina noqteyên kontrolê yên GBT’ê daxuyanî da.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, têkildarî noqteyên GBT'ê yên zêde yên li bajar daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev nuqteyên kontrolê yên li bajêr jiyana rojane ya welatiyên neyînî bandor dike û daxwaza rakirina wan kir. Şaxê, got: "Di têketina bajêr de, li ser rêyên navçeyan, di keştiya Xarpêt-Dêrsimê, li tax, navend û li gundan li her derê nuqteyên kontrole hatine danîn û ev rewş jiyana welatiyan bi awayekî neyînî bandor dike û welatiyan aciz dikin."
‘HIŞMENDIYA TUNDIYÊ MAYÎNDE BÛ’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gel dema diçin mala xwe gelek caran bi ferzkirina GBT’ê re rû bir û dimînin û wiha domiya: "Ev rewş, tenê tevdîreke rûtîn a ewlehiyê nîn e. Jiyana sivîl krîmînalîze dike û bi hinceta aramiya cemaweriyê, hişmendiya desthilatdar û tundiyê li ser gel mayînde dike. Ev sepana ku her saeta rojê û her rojên salê tê kirin azadiya ger û rêwîtiyê asteng dike. Her wiha di demsala havînê de mirovên ku tên bajêr li ber germa pileya 40 dereceyî tên hiştin û ev rewş tenduristî û rûmeta mirov tune dihesibîne.”
DAXWAZ
Di daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin rêzkirin: “Divê kontrolên lêgerînê yên ku heta li taxên nava bajêr hatine danîn bên rakirin. Divê welatî weke kesên xwedî potansiyela sûc neyên dîtin. Divê astengkirina çalakiyên girseyî bê rawestandin. Divê azadiya ger û rêwîtiyê û mafê jiyana taybet bi hinceta aramiya cemaweriyê neyê astengkirin. Divê rêz li dijî hiqûq û mafên mirovan bê girtin. Divê saziyên rayedar rêz li mafên destûra bingehîn bigire û dawî li vê sepana kêfî bê anîn.”