• img

    ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’

    • jin
    • 09:32 03/12/2018

    Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got: “Pergala hevserokatiyê li dijî newekheviya zeyndî cudahiyek e û modela jiyana hevpar e. Ev model ji bo hemû netewan û çandan derbas dibe.”

  • img

    ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’

    • jin
    • 16:50 02/12/2018

    Platforma Jinan a Keçîoren, diyar kir ku tundiya li dijî jinan di desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de ji sedî hezar û 500 car zêdetir bûye û bal kişand ser berxwedana jinên Kobanê û Efrînê û girîngiya têkoşînê.

  • img

    Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn

    • jin
    • 10:42 02/12/2018

    Li Mêrsînê, biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle Erturkoglu ya ji aliyê hevjînê xwe Mûstafa Erturkoglu vê hat kuştin, hat dayîn.

  • img

    Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin

    • jin
    • 12:49 30/11/2018

    Du xwişkên mîna xwişka xwe ya biçûk bi awayê pergalê rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyên N. hat, bûyerên bi serê wan hatî vegotin. Xwişkên ji bo berdana bavê xwe bi fikarin, gotin, “Ma divê bavê me tecawîzê me bike?”

  • img

    Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû

    • jin
    • 10:05 30/11/2018

    M.Ç. a ku bi salan rastî şideta sistematîk a zilamê pê re hat zewicandin tê her çiqas 2 meh berê çû stargehê jî lê dîsa rastî tehdîta zilam tê. M.Ç. ji bo jiyanek nû ji xwe re ava bike xwe amade dike biçe bajarek din û got: “Ez natirsim û bixwe bawerim. Bes bila jin destê hev bigirin.”

  • img

    Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin

    • jin
    • 09:13 29/11/2018

    Parêzer Canan Arin, anî ziman ku ji ber hikûmet ji hêza jinan ditirse li Taksîmê êrîşî jinan kiriye û got: "Ji eniya jinan ve berxwedan û têkoşînele nû dest pê kir."

  • img

    ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'

    • jin
    • 09:13 29/11/2018

    Hevseroka HDP'a Sêrtê Ayşe Ekîncî, destnîşan kir ku jin dê tabelaya sê zimanî qeyûmê Sêrtê ew daxist dîsa daliqînin.

  • img

    Jinên HDP’î bersîv dan Soylu

    • jin
    • 15:45 27/11/2018

    Meclîsa Jinan a HDP'ê bersîv dan Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu ku jinên partiyî kirin hedef. “Li şûna tundiya jinan rawestîne, li cih û meqamê xwe tundiya li dijî jinan rewa dike û pêş dixe û bûye saziya ku tundiyê rewa dike."

  • img

    HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet

    • jin
    • 13:15 27/11/2018

    Meclîsa Jinan a HDP’ê yên Wanê, bang li jinan kir ku ji bo namzetiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan bikin.

  • img

    Îxrackirin jî nikaribû wan ji karê wan ê sendîkayê dûr bixe

    • jin
    • 09:10 27/11/2018

    Mamoste Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û hemşîre Mesûde Demîr ku piştî hatin îxrackirin jî dev ji kar û barên sendîkayê bernedan, tevî pitikên xwe sibehê tên sendîkayê û heta êvarî dixebitin. Herdu jinan got: "Ji bo em welatekî demokratîk ji bo zarokên xwe biafirînin em têdikoşin."

  • img

    Jinan mudaxaleya polîsan nas nekir
    Kolan bi rêngê xemrî neqişandin

    • jin
    • 20:14 25/11/2018

    Bi hezaran jinên ji tunela Taksimê meşiyan Qada Galatasarayê û rastî êrîşa polîsan a bombeyên xazê hatin, barîkatên polîsan nas nekirin û kolan bi rengê xemrî neqişandin.

  • img

    Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin

    • jin
    • 18:47 25/11/2018

    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê li Tunela Qada Taksimê kom bibin û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Jinên ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a biava şit û bombeyên gazê hatin. Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.

  • img

    Buldan: Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e

    • jin
    • 14:27 25/11/2018

    Hevseroka Giştî ya HDP'e ya Pervîn Buldan, bal kişand ser Erdogan ku li Amedê Qeyûm disa namzetê şaredariyê nişan da û wiha got: “Ew dê winda bikin. Li Kurdistanê em de dîsa şaredariyan bi dest bixin. Em dê li Amedê jî, li Stenbolê jî û li Edene û Mêrsînê jî şaredariyan ji destê faşîzma AKP-MHP'ê bistînin. Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e.

  • img

    'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'

    • jin
    • 09:43 25/11/2018

    Endama Meclîsa HDP'ê Yuksel Mutlu, balm kişand ser çavkaniya tundiya ku mêr li dijî jinê pêk tîne û wiha got: “Yek ji sedema herî girîng, pêvajoya darazê mêrî ye. Mêr hem hêzê ji îktîdarê û hem jî ji darazê distînin."

  • img

    Platforma Jinan a Mêrdinê qedexeya Qeymeqan nas nekirin

    • jin
    • 16:37 24/11/2018

    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li dijî Jinan, li Parqa Karayollari daxûyunî da. Jinan astengî û qedexeya Qeymeqamê Artûklû nas nekir û gotin: “Em ê li hember zextan û tundiyê serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

LÊGERÎN