ENQERE - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bertek nîşanê helwesta komîsyona ku li Meclisê derbarê pêvajoyê de hatiye avakirin dan û pirsa, 'Ger hêj hikmên rêziknameya navxweyî li ser zimanê gel hesas nebe dê ev çawa pêk bê?', kirin.
Jinên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tên girtin, têkildarî di Komîsyona Meclisê de astengkirina axaftina zimanê Kurdî bi sernavê "Birîna Ziman an jî Rûreşiya Wijdanê?" peyamek şandin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî di nav de komek jinên girtî bi rêya parêzerên xwe peyamek parve kirin û gotin: "Peyva travmayê bi Yewnanî tê wateya 'birîn'. Hêza ku rê li ber van birînan vedike, dema ku ji sirûştê tê mirov dikare weke karesat bê binavkirin û ger bi deste însanan pêk hatibe ev weke hilweşîn tê pênasekirin. Em bi sebir li benda pêşketina ne ku em ê li vî welatî bi hev re bijîn. Her çend birîn me biêşin jî, me ti carî hêviya xwe winda nekir. Ya rast, girîng e di vê pêvajoyê de li dora 'rêgeza hêviyê' hevgirtin çêbibe. Piştî her tiştî em dibêjin 'hêvî ji serketinê hêjatir e'. Lê helwesta ku di komîsyona ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hat avakirin de helwesta li hemberî Dayikên Aştiyê ya di 19'ê Tebaxa 2025'an de nîşan da, em vegerandin sedsaleke beriya niha. Di komîsyoneke ji bo çareseriyê hatiye avakirin de, ji bo zimanekî ku nêzî 50 mîlyon mirov pê diaxive dikare bê gotin ku 'daxwaz li dijî rêgezan e'. Ev têrê nake bi ser de dibêjin, 'dema ku tiştekî çêbikin, tiştekî din xera neke'.
‘QODÊN BERÊ DI DEWRÊ DE NE’
Dayik bi dil û canê ku wek rojê ronî û germ, cesareta mezin û evîna bêdawî hatin komîsyonê. Xwestin xwe li wir wek nûnerên dilê bi milyonan birîndar îfade bikin. Lê dîsa pêk nehat. Dayika Nezahat got, 'Ya rast, ez gelekî êşiyam'. Ne tenê ew bû; bi milyonan mirovên Kurd gelekî êşiyan. Di daxuyaniya di qeydan de ku 'gotinek ne bi Tirkî ji aliyê axaftvanê vê beşê ve hatiye bilêvkirin' bi awayekî zelal nîşan dide ku qodên kevn hê jî di meriyetê de ne. Ji Konfûsyûsûsê tê pirsîn, 'Eger tu bihata ser desthilatdariyê, karê te yê destpêkê wê çi bûya?' Bersiva Konfûsyûsê ev e ku, 'Min dê pêşî têkildarî ziman xebat bikira. Ji ber ku eger ziman qisûrdar be, peyv nayên fêmkirin. Eger ziman biqisur be, dê hevok neyên fêmkirin. Heke hevok biqisûr bin, têgihiştin jî ne mimkun e. Eger şaşfêhmkirin derkevin holê û edalet li hev bê xistin, di nava civakê de kaos û tevlîhevî derdikeve holê. Ji ber vê yekê ez girîngîyeke mezin didim ziman'. Erê, ziman ji bo me jî girîng e. Di dawiyê de înkar û asîmîlasyona bi ziman dest pê kir, bu sedema şikestinên mezin. Xwezî hemû parlamenterên di komîsyonê de bi yekdengî bigotana, 'bila dayik bi zimanê xwe biaxivin'. Lê ev pêk nehat. Weke girtiyên jin ên Kurd ên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê, tevî hemû kêmasî û bêderfetiyan em vê pêvajoyê girîng dibînin. Em bi perspektîfa kûr a Birêz Abdullah Ocalan û her wiha bi analîzên wî yên siyasî bawer in. Em careke din diyar dikin ku ji bo serketina banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku daniye pêşiya xwe em amade ne bibin neferên vê pêvajoyê. Ger hêj hikmên rêziknameya navxweyî li ser zimanê gel hesas nebe dê ev çawa pêk bê? Em nikarin bibin alîkar lê bipirsin bê ka ev ê çawa bibe. Ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet, girêdayî rêgeza 'hêviyê' em ê ji ya xwe zêdetir bikin. Em minetdarê Rêbertiya xwe ne ku 26 sal in li Girava Îmraliyê bi berxwedaneke destanwarî pêşengî ji destpêkirina vê pêvajoyê re. Li vir silav li her kesên ku bi hêviya hevdîtina di xeta aştiyê ya bi pêşengiya dayikên me de tevkariyeke erênî li vê pêvajoyê dikin, tê kirin. Em bi gotineke dayikan peyama xwe bi dawî bikin: ‘Xwedê heqqê me ji we re nehêle’.
Jinên Girtiyên Siyasî yên Girtîgeha Sîncanê.”