Başaran: Em ê bi hev re jiyanek nû û civakek komunal ava bikin
- jin
- 13:36 08/3/2023
Bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" li Êlihê meşek hat lidar xistin û di meşê de hat diyar kirin ku dê bi hev re civakeke komunal û jiyanek nû ava bikin.
Bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" li Êlihê meşek hat lidar xistin û di meşê de hat diyar kirin ku dê bi hev re civakeke komunal û jiyanek nû ava bikin.
Rêxistina Hengawê raporek di navbera 8’ê Adara 2022 û 8’ê Adara 2023’yan de amade kir û li gorî raporê li rojhilatê Kurdistanê herî kêm 245 jinên kurd hatine girtin û cezayê darvekirinê û zindanê li 30 jinan hatiye birîn û herî kêm jî 25 jin di encama tundiya zilaman de hatine kuştin.
Zilamê bi nvaê Mûrat Atilgan, di 8’ê Adarê de hevjîna xwe ya li ber hevberdanê qetil kir.
Jinan ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê li Taksîmê li dar bixin ev bang kirin: “Mîna her salê em ê îşev jî bi hêrs û serhildana xwe li kolanan bin. Tu jî were!”
Parêzeran diyar kir ku di bin navê "zewacê" de zarok rastî destdirêjiyê tên nû gotin ku divê pergal ji serî heta binî bê guherandin.
Sibe dê li Wanê bi boneya 8’ê Adarê meş bê lidarxistin. Jinên ku xebatên xwe didomînin, belavok belav kirin û banga tevlibûna meşê kirin.
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek zarokên keç di encama êrişên gazên kîmyewî de hatin jehrîkirin. Jin li dijî van êrişan daketin qadan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” rejîm protesto kirin.
Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci diyar kir ku di 8’ê Adara îsal de ruhê berxwedan û têkoşînê bi ruhê seferberiyê re bûye yek û wiha got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku sibe tev li meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bibin.”
Yek ji jina TJA’yî Fîgen Ovat ku roja ewil a erdhejê hate qadê, têkildarî tora ku li Hatayê avakirin wiha got: “Piştevanî hem mînaka jiyaneke ekolojîk hem jî ya azadîxwaziya jinê nîşanî me dide.”
Jinên hatayî, diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin û wiha got: "Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin, lê em ji vir naçin."
Rojnameger Rojbîn Denîzê diyar kir ku jinên êzidî li Şengalê li dijî hemû polîtîkayên qirêj û êrişan xwe li dor jiyana nû ya Şengalê birêxistin dikin û wiha got: “Jinên êzidî tenêtiya xwe şikandin û vê serkeftin wan ku bi hêza xwe bi dest xistin, li ser bingeha felsefeya 'Jin jiyan azadî'yê pêş ket." Denîzê destnîşan kir ku jinên êzidî êdî di guherandina çarenûsa Şengalê de xwedî gotin in.
Li Wan û Colemêrgê bi pêşengtiya TJA’yê ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin.
Şaredariya Seferîhîsarê têkildarî Midûrê Îmar û Bajarvaniyê Erkan Demîr ku derheqê wî de ji ber tacîza zayendî lêpirsîn hatiye destpêkirin, tu kirarî nekir û derxist betlaneyê.
Li Kantona Qamişloyê bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.
MEBYA-DER û TJA di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çûn serdana gorên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi bîr anîn.