Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
- jin
- 09:01 18/3/2023
Li Wanê jinan diyar kir ku armanca wan ew e di Newroza îsal de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û ji bo beşdariya li Newrozê bang kirin.
Li Wanê jinan diyar kir ku armanca wan ew e di Newroza îsal de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û ji bo beşdariya li Newrozê bang kirin.
Hat îdiakirin ku jineke ciwan a 17 salî ku duh ji Qoserê çû cem xizmên xwe yên li navçeya Mehsertê întîhar kiriye.
Tirkiye amadekariyên hilbijartina 14'ê gulanê dike. Lê siyaseta mêrserwer li ser maseyê destkeftiyên jinan ji xwe re kiriye mijara bazarê. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike.
Jinên îranî çalakiyên Jîna Emînî veguhestin qadên Newrozê. Jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” agirê Newrozê hil kirin û rejîm protesto kirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Dogan Aydal ku ji bo tev li Tifaqa Cûmhûr bibe hatibû vexwendin got ku wan şertê betalkirina qanûna bi hejmara 6284’an ji AKP'ê re ragihandine û ji wan re jî ev bersiv hatiye dayîn: "Pirsgirêk nîne."
Hejmara duyemîn a Kovara Jin’ê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, bi manşeta “Di rêvebirina karesatê de cihêkariya zayendî heye!” derket.
Şandeyeke jinan a ji Skotlandê serdana saziyên jinan ên bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Jinan diyar kir ku di Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê de hêrsa li dijî desthilata AKP’ê derketiye holê û wiha gotin: “Jinên ji neteweyên bindest, bi taybetî jî kurd wê têkoşîna xwe ya neteweyî bilind bikin û hemû daxwazên xwe li qada Newrozê biqîrin.”
Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê ku li ser qada dijîtal hate weşandin, bi dosyaya “Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî” derket.
Li Botanê jinên ku li dijî pergala mêrserwer têdikoşin, di hedefa darazê de ne. Hat diyarkirin ku di dema lêpirsînan de ji jinan re hatiye gotin ku "Li mala xwe rûnên, hûn jin in, herin ji xwe re jiyanekê ava bikin, derdê we çi ye?" Jinên bertek nîşanî van astengiyên li ber têkoşîna wan dan gotin ku ne yek, hezar doz bên vekirin jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Xwendekara dibistana amadehî Nazî Alamdariyê diyar kir ku li Îranê di êrişên bi gazên jehrî yên li hemberî dibistanên xwendekarên keç de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û got ku hejmara rast nayê eşkerekirin.
Jinan bi boneya 8'ê Adarê li Taksîmê ji du milan ve Meşa Şevê ya Feminîst li dar xist. Jin, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandin Taksîmê. Jinan bi dirûşmeyan barîkat derbas kirin.
Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn, heya Qada Seyîd Riza meşiyan û gotin: "Me 8'ê Adarê bi kewgirî pêşwazî kir. Êşa giran e, em dilşikestî ne, lê hêrsa me zîndî ye."
Li gelek navendên Ewropayê jinên kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan.
Meşa DAKAP’ê ya 8’ê Adarê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Jinan bertek nîşan da û gotin: "Hê jî gel êşa xwe ya erdhejê ji bîr nekiriye, hê jî ji birînên erdhejê xwîn diherike. Dewlet li şûna ku mirovan rizgar bike, bi danîna barîkatan pêşî li jinan digire. Lê jin wê tu carî paşve gav neavêjin.”