RIHA - Şîna ji bo Metîn Arslan li warê wî hatibû danîn, piştî serdana girseyî bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa) di 4’ê Mijdara 2019’an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Arslan, li warê wî gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn hate danîn. Şîna Arslan, bi xwendina mewlûdê bi dawî bû. Beriya şîn bi dawî bibe, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER) ve bi girseyî hate ziyaretkirin.
Wekîlên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hevşaredar û bi sedan welatiyan di serdanê de cih girt.
Şîn, piştî serdanê bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.