NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan, li paytexta Misirê Qahîreyê têkildarî nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser doza ermeniyan panelek hat lidarxistin.
Bi boneya 110'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan, Desteya Niştîmanî ya Ermenî li Misirê bi sernavê "Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de" panelek li dar xist. Di panelê de rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar amade bûn. Dr. Mihemed Rifet El Îmam û Kerem Seîd panel bi rê ve bir. Beşdaran pesna fikra Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan a bi banga jiyana hevbeş û beşxandinê da û wekî yek ji damezrînerên çanda beşxandin û demokrasiyê bi nav kir.
Serokê desteyê Ermen Mazlûmiyan diyar kir ku lidarxistina panelê di vê demê de û rewşên ku herêm tê re derbas dibin girîng e. Her wiha qurbaniyên ermenî hatin bibîranîn û rewşa kurdan hat bibîrxistin.
Li aliyê din jî rêvebirê panelê û pisporê siyasî Kerem Seîd bal kişand ser dema panelê û got: "Em di rojên salvegera komkujiya Ermeniyan de bi destê Osmaniyan de ne û li ser asta Kurdan jî bi banga aştî ya ku birêz Abdullah Ocalan kiriye re rewşa Kurdan tê guhertin."
Her wiha Dr. Rifet El Îmam bi ramyarekî mirovî ya çepgir bi nav kir ku wî qirkirina Ermeniyan ji aliyê çandî û şaristanî ve girt dest.
Her wiha El Îmam li ser şîrovekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser sedemên qirkirinê, di nav de pevçûna di navbera nasnameyên olî û rola neyênî ya siyasetên "parçe bike û bi rê ve bibe ", axivî.
Di dawiyê de Kerem Seîd diyar kir ku tiştên ermenî û kurdan li hev kom dike ji tiştên wan cuda dike zêdetir in û got ku Abdullah Ocalan yek ji bangaxwazên aştiyê yê li Rojhilata Navîn e.