STENBOL - Serdanên ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Süreyya Onder ê 11 roj in li nexweşxaneyê di beşa awarte de ye, didomin.
Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Süreyya Onder, di 15'ê Nîsanê de bi şev gava li mala xwe bû demara wî ya aortê qetiya û ew rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li Şîliyê. Onder piştî emeliyateke 12 saetan rakirin beşa awarte ya nexweşxaneyê. Onder 11 roj in li li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wî jiyanî di xetereyê de ye.
Parlamenetra DEVA'yê Evrîm Rizvanoglû û şandeya pê re, ji serokên giştî yên CHP'ê yê berê û wezîrê karen derve yê berê Hîkmet Çetîn û stranbej İbrahim Tatlises, ji bo serdanê çûn nexweşxaneyê. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Saruhan Olûç, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Omer Ocalan, Çiçek Otlû, Sümeyye Bz û Adalet Kaya û endamên Meclisa Partiyê şandeyê pêşwazî kirin.