NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik û Ferzende Elbî hatin kirin.
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş Enver Yanîik û Ferzende Elbî û daxwaza berdana wan hat kirin.
ENQERE
Li Enqereyê xizmên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 555'emîn de li Kolana Sakaryayê kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Ferzende Elbî yê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê girtin.
'NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE’
Endama Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Elbî vegot. Tûrgût diyar kir ku Elbî ji ber tansiyona bilind felc derbas kiriye û got, "5 sal in fitiqa rûvî pê re heye û pêwîst e emeliyat bibe. Nexweşiya KOAH’ê pê re heye. Kar û barên anjiyo (anjiyografiyê) hatine kirin. Nexweşiya şekir pê re heye û ji ber tansiyona bilind her tim ji difna wî xwîn diherike." Tûrgût anî ziman ku nabe Elbî bi vê rewşê di girtîgehê de bimîne û daxwaza berdana wî kir.
STENBOL
Bi pêşengiya Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li ber avahiya komeleyê çalakiya 683'emîn a "Rûniştina F" hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Enver Yanik ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Bûca-Kiriklarê tê girtin.
Endamê komîsyonê Îdrîs Yîgît di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Yanîk ji ber sendroma Wernicke-Korsakoff zû ji bîr dike û ji dengan aciz dibe, kîfoza dorsal, arthrosisa lumbar, hîpertansiyon, taşîkardî, şekir, kolesterola bilind, di gurçika rastê de kîst heye û mezinbûna prostatê pêş ketiye. Îdrîs Yîgît ev tişt anî ziman: “Ji bo dermankirinê em ê serlêdana berdana wî bikin, lê ji ber ku xebatên nexweşxaneyê bi derengî ketine, em nikarin dosyaya tenduristiyê temam bikin. Ji ber vê yekê nekarî serîlêdanê bikin. Weke malbata wî em gelekî bi fikar in. Em ji dozgeriyê daxwaz dikin ku demildest gavan bavêje û ji bo taloqkirina cezayê wî dest bi xebatê bike.”