RIHA - Endamê PM’a DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu ku li Rihayê hatibû binçavkirin, hate berdan.
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu duh li navçeya Halîliye ya Rihayê ji hêla polîsên sivîl ve bi îdiaya “îfadeya wî heye” hate binçavkirin. Hat zanîn ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin de ji bo Aydogdu biryara girtinê daye û Aydogdû bi vê boneyê hatiye binçavkirin.
Aydogdû, îro sewqî edliyeyê hate kirin. Li ser fermanê, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê îfadeyê Aydogdu hate girtin. Aydogdu got ku dixwaze li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îfadeyê bide. Li ser vê yekê, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê biryara girtinê rakir û Aydogdu hate berdan.