STENBOL - Meclisa HDK’ê ya Stenbolê û Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê diyar kirin ku ew bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin û her kes vexwedin Kadikoyê.
Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, li avahiya DEM Partiyê ya bajar a li Beyoglûyê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” deklarasyona 1’ê Gulanê aşkera kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku 1’ê Gulanê cejna berxwedanê ye û li dijî kedxwariya zîhniyeta mêrê serdest a li dijî keda jinan û newekheviya her ku diçe zêdetir dibe, hemû jin û gel vexwend pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê.
‘EM Ê XURT TEV LI BIBIN’
Piştre jî metna hevpar ji Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ya Stenbolê Seyfettîn Gulengul ve hate xwendin. Gulengul, diyar kir ku ew xwe bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin. Gulengul, diyar kir ku ew ê bi awayekî xurt tev li 1’ê Gulanê bibin û wiha domand: “Di demeke bêkarî, xizanî û bihabûn zêde bûyî de em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Di demeke ku bi milyonan kes di mercên ne bi ewle de tên xebitandin, hêza kirînê kêm bûyî û bi bac û enflasyona bilind hatiye tunekirin de pêşwazî dikin. Ji hêla kedkaran ve xizanî êdî veguheriya xespeke sîstematîk. Polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê; kêmtirîn mûçe yê daxistin bin sînorê birçîtiyê, wekhevkirina hemû heqdestan, hejarîkirina teqawidan, bêkariya ciwanan û xizaniya jinan, civak terkî krîzeke mezin a aboriyê kiriye. Ev polîtîka, destê bi qirika gelê xizan ve bêhtir dişidîne.”
Bi domdarî Gulengul anî ziman ku serhildanên jinan didomin û wiha pê de çû: “Jinên ku careke din qadên 8’ê Adarê bi cisaret, coş û girseyî tije kirin, bûn pêşengên guherînê. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî di Newroza 2025’an de li her çar aliyên Tirkiyeyê lil dijî tecrîd, neçareserî û şer seknekî biheybet raber kirin. Divê ev biryardarî veguhêze qadên 1’ê Gulanê û li qadan bê mezinkirin.”
‘DEMA WÊ YE KU EM BÊN GEL HEV’
Di berdewamê de Gulengul got ku dema wê hatiye ku daxwazên ji bo bêkarî, azadî û aştiyê di qadên 1’ê Gulanê de bên gel hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demeke geşedanên siyasî û civakî ewqas zû pêş dikevin de 1’ê Gulana 2025’an hêj watedar bûye. Di serdema nêz de du geşedanên gelek girîng derketin pêş. Ya yekemîn; hêrsa civakî ya ji 19’ê Adarê heta niha her ku diçe mezin dibe û berteka ciwanan a li dijî îktîdarê ye. Ya duyemîn jî; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan e ku di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re hate parvekirin. Ev bang, destpêka pêvajoyeke nû ya civakî û siyasî ye. Gotina birêz Ocalan a “Avadaniyên sosyo-ekonomîk û siyasî yên her kes derdor xwe esas digire, tenê bi qada civaka demokratîk û siyasî dikarin hebûna xwe bidomînin’, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê çîna karker û kedkaran. Di heman demê de ev pêvajo, balê dikişîne ser derfetên nû jî.”
‘DI 1’Ê GULANÊ DE EM Ê LI KADIKOYÊ BIN’
Gulengul, daxwazên xwe jî wiha rêz kir: “Divê çavkanî ne ji bo şer, ji bo kedkaran bên bikaranîn. Dê pariyê nanê me mezin bike, ne xizaniyê dê pêşiya parvekirinê veke. Dê azadiya xwerêxistinkirinê xurt bike û qada demokrasiyê veke. Astengiyên li pêşiya lêgerîna maf, îtîraz û têkoşînê bên rakirin.”
Gulengul, axaftina xwe wiha qedand: “Em di 27’ê Nîsanê roja yekşemê saet di 16.00’ê de bi dirûşma ‘Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve’ li Parka Yogurtçuyê ya Kadikoyê, li Parka Haci Ahmet a Beyoglûyê û li Taxa Şahîntepeyê ya Başakşehîrê dicivin. Em bang li her kesî dikin ku di van foruman de gotina xwe bikin û vedixwînin têkoşîna hevpar. Em ê bi cisareta 8’ê Adarê, bi coşa Newrozê û ji bo azadiya kedê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”