AMED - Li lîstikvanê Çorum FK’ê Burak Suleymanoglû ku di maça Amedsporê de hereketên zayendperest kiribû, 4 maç ceza hate birîn.
Li lîstikvanê Çorum FK’ê Burak Suleymanoglû ku di maça Amedsporê de hereketên zayendperest li dijî alîgiran kiribû, 4 maç ceza hate birîn. Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) da zanîn ku bi sedema “hereketên li dijî sportmeniyê” ceza li Suleymanoglû hatiye birîn. Li gel cezayê nelîstina 4 maçan, di heman demê de 118 hezar û 800 TL cezayê pereyan jî lê hate birîn.
Her wiha ji ber ku di maçê de şîşeyên avê hatine avêtin, 336 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê hate birîn. Li temaşevanên li bloka bi hejmar 109 a Trîbûna Jêr a Rojava diman jî hate qedexekirin ku di maça pêş a li Amedê de têkevin stadyumê.