Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku banga Abdullah Ocalan firsendeke sedsalî ye û got: “Heke ev pêngav bi ser keve dê tu kes winda neke.”  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Banga Abdullah Ocalan, wekî manîfestoya sedsalê hat pênasekirin. Hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat piştgiriyeke mezin ji bo banga Abdullah Ocalan hat nîşandan. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK'ê jî agirbest îlan kir. Lêbelê heta niha ji aliyê dewleta tirk ve gavên şenber nehatine avêtin. Çavên herkesî jî li gavên ku dewlet biavêje ye. 
 
 
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz têkildarî banga Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'MANÎPÛLEKIRINA PÊVAJOYÊ DIJÎTIYA PÊNGAVÊ YE'
 
Ehmed Şehbaz, diyar kir ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û pir rengî pêwîstî bi vê pêngavê hebû û wiha got: “PKK dixwaze di navbera gelan de, ol û baweriyan de tifaqiyekî pêş bixe. Ji ber ku bi hezaran sal in ev nakokiyên di navbera gelan yê ziman, çand, ol û bawerî bûye sedemê şeran. Ji ber vê yekê di sedsala 21'emîn de tê xwestin ku gel bi gelan re şer neke. Li dijî hev nekevin nakokiyan. Ev banga Rêber Apo ji sala 1993'yan de hatibû kirin û ev pêvajo hatibû destpêkirin. Lêbelê ev pêvajo û Rêbertî nehatin fêmkirin. Rêbertiyê pêwistiyên gelan bi vekirî û xal bi xal vegot. Lêbelê pergalên ku dijîtiya vê dikirin nexwestin ku ev pêngav bigihije armanca xwe. Ev banga hatiye kirin bangeke dîrokî ye. Ji bo mirovahiyê, ji bo netewan û ol û baweriyan pêngava biratiyê ye. Lêbelê heke ku bi awayeke nijadperestî nêzikî vê pêngavê bibin dê şîroveyên cuda jî derbikevin holê. Manîpûlekirina pêvajoyê dijîtiya vê pêngavê ye.”
 
'EM BI RÊBERTIYÊ RE NE'
 
Şehbaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her pêngava ku Rêbertî diavêje ji bo me pêngaveke dîrokî ye. Em vê pêngavê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn weke gaveke dîrokî dibînin. Em heta dawiyê piştgiriya vê pêngavê dikin. Heke ku gava ku hatî avêtin ji bo berjewendiyên mirovahiyê be helbet em ê piştgiriyê bidin. Kesên ku vê pêngavê sabote dikin ne ji mirovahiyê re xîzmet dike. Ev şoreşe li ser 4 kesan hate avakirin û piştre jî vê şoreşê xwe gihande mîlyonan. Rêbertî her tim xwestiye ku ji mirovahiyê re tiştek bike. Weke şeniyên Mexmûrê em her tim bi Rêbertiyê re ne. Divê ku em destê Rêbertiyê yê aştiyê xurtir û bihêztir bikin. Tişta ku ji me tê xwestin em amadene ku bikin.” 
 
'DIVÊ EM VÊ PÊNGAVÊ BIHÊZ BIKIN'
 
Bi domdarî Şehbaz bi lêv kir ku herkeseke ku xwe ji aştiyê berpirs dibîne divê ku xwedî li vê pêngavê derbikeve û wiha got: “Şer hêsan e û herkes dikare çek biavêje milê xwe û kesekî bikuje. Lebelê di şerê 40 salan ê li hemberî dewleta Tirk de şerê mirovahiyê bû, şerê mafê xwe parastinê bû, parastina mafê zimanê dayikê bû. Helbet janên aştiyê dê hebin. Provakasyon dê hebin, kesên ku dixwazin pêvajoyê vala derbixînin dê hebin. Lêbelê sekna me ya di vê pêvajoyê de ji sekna me ya 40 salan de gelek girîngtire. Em çawa dikarin vê pêngavê fêm bikin, em çawa dikarin bi vê pêngavê Tirkiyeyeke demokrat, wekhev ava bikin? Ji bo vê ked hewce dike, berpirsyarî pêwîste. Ji ber wê jî ji bo ku em vê pêngavê sedî sed bigihînin armancê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em çiqasî xwe birêxistin bikin em ê ewqasî nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Divê em vê berpirsyartiyê tenê li ser milê Rêbertiyê nehêlin.” 
 
'DIVÊ KU DEWLET ZIMANÊ XWE BIGUHERÎNE'
 
Şehbaz, da zanîn ku divê Tirkiye vê firsenda sed salî ji dest nede û rê li sabotekirina pêvajoyê bigire û wiha domand: "Rêbertî, analîza her pêvajoyekî baş dike.  Ji ber ku Rêbertî hem pêşeroja gelan baş dixwîne û hem jî şerê ku diqewime baş analîz dike. Ji ber wê pêwîstî bi vê gavê dibîne. Rêbertî tişta ku ketiye ser milê xwe kir. Lêbelê dewlet li ku disekine? Divê ku mirov vê bipirse. Dewlet hê bi zimaneke neyînî û zimanê şerê taybet bikar tîne û tevdigere. Divê ku dewlet di serî de zimanê xwe biguherîne û piştre jî vê pêngava ku hatiye avêtin baş bixwîne û analîz bike. Îro di cîhanê de aloziyên herî mezin li Tirkiyeyê rû didin. Divê ku em vê sedsala pêşiya me bikaribin bikin sedsala bi hevre jiyankirinê. Lêbelê hê dewlet bi berjewendiyên takekesî nêzikî pêvajoyê dibe. Ji bo ku desthilatdariya wê ji dest dernekeve her tiştekî dike. Lê divê ku kesên aştiyê, azadiyê û demokrasiya gelan diparêzin rê ne de ku ev pêvajoye bê sabotekirin. Heke ku dewleta Tirk vê pêngavê paş nexwîne û analîz neke dê firsenda sedsalî winda bike û bedelên giran bide."
 
'HEKE EV BANG GIHIŞTE ARMANCA XWE KESEK WINDA NAKE'
 
Ehmed Şehbaz xwest Kurd tifaqiya xwe xurt bikin û xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Şehbaz, axaftina xwe wiha qedand: “Heke ku şert û mercên Rêbertiyê neyên çêkirin ev pêvajo weke ku tê xwestin nayê meşandin. PKK îro agirbest îlankiriye lêbelê dewleta Tirk bi rojan çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Çi ji destê wê tê dike. Ev jî ji aliyê kesên ku di nava dewletê de naxwazin aştiyeke navxweyî çêbibe pêk tê. Em dibînin hem di nava Tirkan de û hem jî di nava Kurdan de kesên ku aştiyê naxwazin hene. Dema ku PKK'ê şer dikir ew kesên ku digotin,' PKK çima şer dike?' îro li dijî pêngava ku Rêbertiyê daye destpêkirin derdikevin. Lê îro pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Divê ku em vê rewşa aloz veguherînin demokrasiyê û aştiyê. Divê ku Kurd piştgiriyeke xurt bidin vê pêngavê û bi tifaqiya xwe xwedî lê derkevin. Divê ev pêngav bigihîje armanca xwe. Heke gihişt armanca xwe tu kes winda nake.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin