STENBOL - Akademîsyen Levent Dolek ku li Zanîngeha Stenbolê dixebitî, hate girtin.
Endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) akademîsyen Levent Dolek ku li Zanîngeha Stenbolê dixebitî, ji ber çalakiyên li dijî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin û girtin. Polîsan duh bi ser mala Dolek de girtin û binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê jî sewqî dadgehê hate kirin.
Egîtîm Senê ji bo piştevaniya bi çalakiyên boykot û protestoyê yên xwendekaran biryara grevê ragihandibû. Piştî biryara grevê, der heqê sendîkayê de lêpirsîna îdarî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hefteyek cezayê hefsa malê li endamên MYK’a Egîtîm Senê hatibû birîn.