ÎZMÎR - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran li Îzmîrê bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran dan û gotin: “Girtina me hefsîkirina rastiyan e.”
Li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatine destpêkirin û hêj didomin. Di çalakiyan de gelek rojnameger hatin binçavkirin, girtin û rastî astengkirinan hatin. Zextên li ser rojnamegeran li Îzmîrê hatin protestokirin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegaran bi pêşengtiya Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê (ÎGC), Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Îzmîrê, Komeleya Rojnamegerên hemdem (ÇGD), Komeleya Fotonûçegihanan a Tirkiyeyê (TFMD) û Komeleya Azadiya Çapemeniyê û Lêkolînên Medyayê (BAMAD) li Qada Cumhuriyetê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Bi tena serê xwe xelasî tune ye an bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin. Seroka Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Dîlek Gappî di daxuyaniyê de rêwitiya heqîqetê peywira rojnamegeran e û got: “Şopandina bûyerên civakî, peywireke cemaweriyê ya rojnamegeran e. Astengkirina rojnmegeran, sûc e. Çi zext jî bên kirin jî hempîşeyên me dev ji karê xwe bernadin. Beşeke mezin a hempîşeyên me girtî hatin berdan lê hêj Bariş Înce û Mûrat Kocabaş girtî ne û heta ew jî tên berdan em ê ji pêşiya emniyetê neçin.”
Seroka Şaxa TGS’ê ya Îzmîrê Nîl Kahramanoglû jî got ku azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin û divê rojnameger bi tenê neyên hiştin. Nîl Kahramanoglû wiha domand: “Azadiya me azadiya we ye. Girtina me, hefskirina rastiyan e.”
Yagiz Barût ku piştî binçavkirinê hatibû berdan jî anî ziman ku mafê raya giştî heye ku tundiya tê kirin bê zanîn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay jî diyar kir ku neheqî li rojnamegeran tê kirin û banga têkoşîna hevpar kir.