ŞIRNEX - Mahsun Korkmaz û kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayin li Cizîrê hatin bibîranîn.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), bi boneya 40’emîn salvegara wefata yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê merasîma bîranînê li dar xist. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Li eywana bîranînê pankarta “Em berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate daliqandin.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî nirxandinan jî sînevîzyoneke têkildarî têkoşîna Mahsûm Korkmaz hate pêşandan.
Bîranîn, bi nirxandinan bi dawî bû.