NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî di nava 2 rojan de hezar û 45 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Tevî ku PKK’ê di 1’ê Adarê de biryara agirbestê ragihand jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Garê û Girê Baharê jî di nav de dewleta Tirk êrişî geek herêman kir.
Di nûçeyê de hate gotin ku dewleta tirk di 22-23’yê Adarê de hezar û 45 caran ji hewayî û bejahî ve erişî van herêmên navberî kir.