AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 1-4’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di navbera 1 û 4’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve meşê li dar bixin. Meş dê bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” bê lidarxistin. Meclisa Ciwanan têkildarî meşê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça û Bêrîtan Guneş tev li daxuyaniyê bûn.
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla endama Koordînasyona Jinan a Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut ve û ya bi tirkî jî endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mûstafa Yaşodun xwend. Di metnê de wiha hate gotin: “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir, di serî de rejîma tarî ya tecrîdê parçe kir û di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hêvî da hemû gelên bindest û civakan. Vê bangê, serdemeke nû ya berxwedanê da destpêkirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo hemû beşên civakê serdemeke nû ya berxwedanê pênase dike û bang li her kesî dike ku bibin avakerê jiyana ku li ser esasê azadiya welatê xwe bê qebûlkirin.
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ
Li ser rêya jiyaneke nû ya bi rûmet, weke hêza pêşeng û berxwedêr a civakê, em ê bi xeta xwe ya bîrdozî û çalakiyê ya herî xurt beşdarî vê bangê bibin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz û rêhevalên xwe yên ciwan dikin ku xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û beşdarî meşa bi dirûşma ‘Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin’ tê lidarxistin, bibin. Werin em bi hev re di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bimeşin û bibin pêşengên jiyana birûmet.”