NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Rêveberiya Xweser bi Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê re civiya.
Li Parlamentoya Danîmarkayê di navbera şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê bi serokatiya Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk Gunvor Wibro hevdîtinek pêk hat.
Şanda Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerên Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê Dara Mistefa û Alan Mensûr pêk dihat. Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlekarî li Sûriyeyê piştî rûxana rêjîma Baasê, her wiha mijara Kongreya Diyaloga Niştimanî, Danezana Destûrî û bûyerên dawî yên herêmên peravê, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di civînê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina şêniyên Efrînê ji herêmên Şehba hatin nirxandin.
Her du aliyan li ser rêkeftina ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û serokê desthilata demkî ya Şamê Ehmed El Şarî de hatiye îmzekirin, gotûbêj kirin. Mijara êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê û operasyonên hevbeş ên Hevpeymaniya Havdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞ’ê jî hat gotûbêjkirin.
Di dawiya civînê de, şandeya Rêveberiya Xweser bersiva pirsên Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamantoya Danîmarkayê yên der barê çareseriyeke siyasî ya berfireh bo krîza Sûriyeyê dan.