NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku der heqê wî de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya bi îdiayên “nelirêtî” û “alîkarîdayina rêxistinê” de di 19’ê Adarê de hatibû binçavkirin. Der heqê Îmamoglû de lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
Îmamoglû ku li midûriyeta emniyetê tê ragirtin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji ber ku me kreş vekirine der heqê min de lêpirsîneke nû hatiye vekirin. Min dixwest îfadeyê bidim lê niha binçavkirî me. Nexwe dê min bi keyfxweşî û bi hemû hêza xwe vekirina van kreşan biparasta. Ez, kreşên zarokên me emanetî miletê me dikim.”