ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi AKP’ê re saetek û 50 deqeyan domiya.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kiribû. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê bi AKP’ê re hevdîtin kir.
Şandeya DEM Partiyê ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk dihat. Şande, ji hêla Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Serokwekîla Komê Ozlem Zengîn û Serokwekîlê Giştî Efkan Ala û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ve hat pêşwazîkirin.
Hevdîtina di navbera partiyan de saetek û 50 deqeyan domiya. Piştî hevdîtinê, şandeya AKP’ê DEM Partiyî oxir kirin.