ÎDIR - Welatiyên Îdirê bi cil û bergên xwe yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn û bi coşeke mezin cejna xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan derket pêş û banga “gav biavêje” li dewletê hate kirin.
Li Îdirê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” cejna Newrozê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Şeker Pancariyê hat lidarxistin. Ji saetên zû yên serê sibehê ve welatî daketin qadê. Welatî, bi servîsên Şaredariya Îdirê li qada Newrozê hatin veguhestin.
Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Cilûbergên bi rengên kesk û sor û zer ên welatiyan bal kişand ser xwe. Gelek ciwanan jî rûyên xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kiribûn. Jinên ku cil û bergên ji xwe re taybet dirûbûn, li pêş cih girtin. Li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
‘HÎN HÊJ LI BENDA ÇI NE?’
Di pîrozbahiyê de ji ewil rêz hate girtin û piştre jî bername dest pê kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, berxwedan e, vejîn e û serhildana jin û ciwanan e. Serhildana li dijî zilmê û zordestiyê ye. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hatiye hilkirin. Ev agir, heta ku em azad dibin dê her tim hil be. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de ji bo gelên cîhanê bangek kir. Divê hemû gel berpirsyartiya xwe ya li hemberî vê bangê bicih bînin.”
Endama Meclisa DBP’ê Muazzez Orhan jî di serî de Mazlum Dogan, Sema Yuce, Bêrîvan û Rahşan bi bîr anî. Muazzez Orhan, got: “Newroz, berxwedana kesên bedena xwe veguherandin xeleka ji agir e. Newroz, jin e. Ji ber ku ji ewil jin hatiye bindestkirin. Heke jin azad bibe dê civak jî azad bibe. Rahşanan, bi bedena xwe têkoşîna azadiyê ya jinan ronî kirin. Lewma jî jin pêşengên têkoşîna azadiyê û avakirina aştî û civaka demokratîk in. Ev îrade îro jî li qadên Newrozê ye. Di serî de gelê Kurd, birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn rêya çareseriyê nîşan da. Em jî amade ne ku xwedî li vê bangê derkevin. Em bang li dewletê dikin; ji bo bersivê bidin vê bangê hûn xwe li benda çi digirin? Ma divê hêj çend mirov bimirin? Em naxwazin êdî kesek bimire.”
‘EM BI BIRÊZ OCALAN RE NE’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî wiha got: “Şert û merc çi dibin bila bibin ev agir ev 50 sal in her tim geş bû. Ji ‘kart û kurtan’ gelekî mezin hat afirandin. Gelê Kurd îro gelê herî girîng ê Rojhilata Navîn e. Bedela vê jî gelê me li çiyê û zindanan pir mezin da. Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de manîfestoyeke nû ragihand. Got ku dê rêxistina 50 salan didome çekan berde. Rêyeke nû vekir. Birêz Ocalan ji Îmraliyê rêyeke nû pêşniyar kir. Pêşniyara wî ew e ku civakeke demokratîk û yekitiya gelên Kurd û Tirkan were avakirin. Em jî li van qadan dibêjin ku em bi pêvajoya birêz Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin re ne. Ji vê qadê hezar silav ji te re. Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan.”
Piştî axaftinan, girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî vêxistina agirê Newrozê, hunermend Hîvron derket ser dikê. Bi hezaran kesan li ber stranên Hîvronê govend gerandin. Piştre jî Pîroz derket ser dikê. Newroz, bi gerandina govenê bi dawî bû.