NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di Newroza Erxenî de axivî û bibîr xist ku Tirkiye li Kobanê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes qetil kir û got ku hikûmet pêvajoyê sabote dike.
Li navçeya Erxenî ya Amedê û navçeya Hezo ya Êlihê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û ji hikûmetê hate xwestin ku gavan biavêje. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku tevlî pîrozbahiya li Erxeniyê bû bibîr xist ku di êrîşa balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê ya duh bi şev li hemberî Kobanê de 7 jê zarok 9 kes hatine qetilkirin û ev êriş weke sabotekirina pêvajoyê pênase kir.
AMED
Li navçeya Erxenî ya Amedê jî li Qada Otogara kevin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, girseyê govend gerand. Jin bi kincên zer, kesk û sor tevlî pîrozbahiyan bûn, ciwan jî bi boyaxên li ser rûyê xwe tevlî pîrozbahiyan bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku pêvajoyeke dîrokî derbas dibin û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev yek ji bo Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhanê firsendeke mezin pêşkêş dike. Ozturk diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi aştî û komara demokratîk a bi rûmet heye û got ku ev firsendeke dîrokî ye.
'HÛN PÊVAJOYÊ SABOTE DIKIN'
Ozturk bi bîr xist ku Tirkiyeyê duh bi şev 7 jê zarok 9 kes ji heman malbatê bi êrişa bi SÎHA’yê qetil kiriye û wiha got: "Em vê komkujiyê şermezar dikin. Karên wan li Sûriyeyê nîne. Li vir pêvajoyek heye, tu sabote dikî. Hûn li gundê Kobanê komkujiyekê pêk tînin. Ev nayê qebûlkirin. Niha tevî çeteyên xwe ji Sûriyeyê derkevin. Mirov neçar in bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin. Ew kes dikarin biryarên xwe bi xwe bidin. Hûn li Sûriyeyê aştî û aramiyê naxwazin. Divê ji berpirsyarên vê komkujiyê hesab bê pirsîn. Ev yek li dijî hiqûqa mirovan, hiqûqa gerdûnî ye. Ev komkujî nayê qebûlkirin. Li wir li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî hat dayîn. Yek ji wan jî Kobanê bû. Ya ku hatiye kirin şaş e, şaşitî ye.''
Ozturk bal kişand ser komkujiyên li hemberî Kurdan tên kirin û wiha got: "Hûn ti carî nikarin encamê ji zilmê bigirin. Dema em li cudahiyên navbera Mezopotamya û Kurdistanê dinêrin, di warê ol, bawerî û gelan de dewlemendî heye. Ya ku divê were kirin, hurmetdayîna li van dewlemendiyan e. Berevajiyê wê ne pêkan e. Bila bibînin ku ji salên 1990 'î û vir ve em berxwedaneke çawa dikin. Rêberê me yê Gelê Kurd nîşan da ku îro li Rojhilata Navîn wê jiyaneke bi çi rengî be. Bila êdî êş neyên kişandin, mirin çênebin, bila her kes azad be. Ev parastina mirovahiyê ye, ev parastina rûmeta mirovahiyê ye. Di vî warî de Newroz her tim bûye dengê Mazlûman û Rahşanan. Li pêşiya me rojên dîrokî hene. Serê gelê Kurd sax be. Bila serkeftina gelê Kurd bibe serkeftina Rojhilata Navîn."
TAŞKIRAN: DEMA BILINDKIRINA DENGÊ OCALAN E
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Beycan Taşkiran li pîrozbahiyê axivî û wiha got: "Weke gelê Kurd, li dijî komkujiyên li 4 parçeyên Kurdistanê, Qamişlo û Enfalê, ku me duh bi bîr anîn, em heta niha bê tirs û xof hatine. Em ji Zîlanê, ji Koçgiriyê hatin. Birêz Ocalan êdî ji bo aştiyeke bi rûmet û azad dengê xwe bilind dike. Niha kolan bi kolan dema bilindkirina vî dengî ye. Dem ew dem e ku çîna karker a Tirkiyeyê, şoreşger û gelên Rojhilata Navîn bi nirxên me bi hev re afirandine bawer bikin û xemsarî û reşbîniyê deynin aliyekî û têkoşînê mezin bikin."
'JIN WÊ XWEDÎ LI BANGÊ DERKEVIN'
Wekîla Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya jî wiha got: ''Çawa ku we li dijî kesên ku 100 sal in li dijî zilmê dibêjin 'Kurd nîn in' we nasnameya Kurdê azad ava kir, îro jî peywira me avakirina civaka demokratîk e. Em ê wezîfeya xwe bi cih bînin, em ê bi komun û meclisan re avakirina civaka demokratîk pêk bînin."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Pîrozbahî li gel stranên hunermend Hozan Servan û bi govendan bi dawî bû.
ÊLIH
Li navçeya Hezo ya Êlihê, li qada li hemberî Kolana Amedê hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi xavikên kesk, zer û sor beşdarî pîrozbahiyê bûn, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û Hevşaredarê Êlihê Yeşil Işik a ku li cihê wî qeyûm hatibû tayînkirin amade bûn. Di pîrozbahiya ku ciwan û jin lê serdest bûn de ciwanan pankarta bi navê "Oxlim bawê we nikaribû" hat vekirin. Girseyê demeke dirêj bi coş govend gerand.
'MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ BIRÊZ OCALAN DE YE'
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz li pîrozbahiyê axivî û wiha got: "Divê em li pişt peyama birêz Ocalan bin û vê peyamê biparêzin. Weke jin divê em peyama birêz Ocalan li mal bi mal vebêjin. Em dizanin ku birêz Ocalan mifteya aştiyê û mifteya çareseriyê bi awayekî zelal raxistiye ber çavan."
'DIVÊ ÎMRALI BÊ GUHDARÎKIRIN'
Zeynep Odûncû diyar kir ku gelê Kurd ev sedsal e ji bo jiyaneke bi rûmet dixebite û wiha got: "Em banga yekîtiyê dikin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘Em azadiyê dixwazin , şer naxwazin’. Rêya çareseriyê vebû û em ji bo çareseriyê dengê azadiyê bilind dikin."
Odûncû destnîşan kir ku dewlet êrişên xwe didomîne û wiha got: "Vî şerî bisekinînin, bila komkujî nebe, bila li Tirkiyeyê li 4 parçeyên Kurdistanê aştî û yekitî pêk were. Ji ber vê yekê me navê azadiyê li Newroza 2025 an kir. Em azadiyê dixwazin. Ji ber vê yekê divê her kes guh bide dengê ku ji Îmraliyê tê."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
MÊRDÎN
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li navenda navçeyê hat pîrozkirin û pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hatin daliqandin. Ji ewil hunermendên herêmî derketin ser dikê û welatiyan li ber stranan govend gerandin. Tevlibûna xurt a ciwanan bal kişand. Welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn. Jinên ku hatin qadê, cilên rengîn li zarokên xwe kiribûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevşaredarên Şemrexê Hamdîn Demîr û Kurdret Çubuk, rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û komîteya amadekar gel silav kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Di 27’ê Sibatê de bangekî ku dê dîrokê biguherîne hate kirin. Peyamek jî ji bo me jinan hebû. Birêz Ocalan dibêje ku azadiya civakê girêdayî azadiya jinê ye. Lewma divê agirê Newrozê ji bo azadiyê were vêxistin. Ji bo tunekirina zilm û zexta dewleta mêr were hil be. Dê agirê Newrozê bi pêşengtiya jinan vêkeve. Li vir em silavên xwe ji Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven re dişînin. Em cejna wan a Newrozê pîroz dikin. Heke banga dîrokî ya di 27’ê Sibatê de hatiye kirin bigihije armanca xwe, dê tu kes êdî ji ber siyasetê girtî nemîne. Dê her kes bi awayekî azad li xaka xwe bijî. Lewma divê em xwedî li vê bangê derkevin.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla siyasetmedarên DEM Partiyî û welatiyan ve hate vêxistin. Piştî vêxistina agirê Newrozê, welatiyan li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.