NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, di çarçoveya 8’ê Adarê de li Îzmîr, Enqere, Stenbol, Eskîşehîr, Mêrdîn û gelek bajaran çalakiyên cur bi cur li dar xistin.
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
EDENE
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya şaxê hat dayin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên meclisên jinan ên partiyên siyasî tev li bûn. Berdevka Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Baran Oner di daxuyaniyê de got ku herî zêde jin û zarok ji şer bibandor dibin û got: “Sedema ku jin di 8’ê Adarê de dengê xwe ewqas bilind dikin, daxwaza wan a ji bo aştiyê ye. Weke parastvanên mafên mirovan ên jin em bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dikin. Em azadiyê û azadiya xwerêxistinkirinê dixwazin. Em dixwazin girtiyên siyasî, girtiyên nexweş bên berdan û dixwazin îradeya siyasî tişta pêwîst demildest pêk bîne.”
'EM AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’
Dayika Aştiyê Gîşver Aydin jî di daxuyaniyê de got ku ew dayikeke girtiyan e û ev tişt anî ziman: “Di serî kurê min, dixwazim hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan. Lê dewlet hêj jî êrişên xwe didomîne. Divê tavilê van êrişan bide sekinandin û gavan biavêje. Dayik, aştî û çareseriyê dixwazin.”
MÊRSÎN
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê Zeynep Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser mijarên Peyama Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê û got ku pêdiviya wan bi aştiyê heye.
HATAY
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Peymana Stenbolê, cînayetên jinan, tundiya mêr dewletê, rewşa girtiyên jin û aştiyê.
ANTALYA
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Antalyayê bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de daxwaza aştiyê hat kirin.
STENBOL
Komîsyona Jinan a Navendî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî li Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de aştiyê dixwazin” hate hilgirtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek jin tev li bûn. Eren Keskîn, di daxuyaniyê de got ku ÎHD’ê her tim aştî parastiye û weke jin ew aştiyê dixwazin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî got: “Di bingeha pirsgirêkên welêt de meseleya Kurd heye û heta bi rêyên aştiyene çareser nebe dê binpêkirinên mafên jinan jî bidomin.”
Meclisên Jinan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) jî li Fakûlteya Tipê ya Stenbolê ya li Fatîhê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê têkoşîna wan a li dijî kapîtalîzma patrîarkal, şer û nefretê bidome.
MÊRDÎN
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Jinan parêzer Başak Ayyildiz di daxuyaniyê de got ku ew ê li dijî hemû zîhniyetên hewl didin destkeftiyên wan tune bikin têbikoşin.
ÎZMÎR
Baroya Îzmîrê jî “Belgeya polîtîkaya li dijî tundiya bingeha xwe ji zayenda civakî digire û weke şêwazekê wê tacîzê” aşkera kir. Parêzer Ceren Şeren li avahiya baroyê daxuyanî da û got ku armanca wan ew e ku pêşî li ber êrişên ser jinan û LGBTÎ+’yan bigirin û ji bo vê mekanîzmayan ava bikin. Di belgeya hatiye parvekirin de hat teahûdkirin ku Baroya Îzmîrê dê tu cureyên êriş, cihêkarî, tundî û tacîz/êrişên zayendî jinedîtî ve neyê. Her wiha ji bo zayenda civakî çêbibe yek bi yek hemû gavên dê werin avêtin hatin rêzkirin.
JINÊN DÎSK’Î MEŞIYAN
Endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê jî derketin grevê û ji pêşiya Konak Pîerê heta Sumerbank a berê meşiyan. Gelek jin tev li meşê bûn û Şaredara Konakê Nîlufer Çinarli jî piştgirî da meşê. Di meşê de hat gotin ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê.
ENQERE
Komîsyona Jinan a DÎSK’ê di çarçoveya 8’ê Adarê de grev li dar xist. Gelek jinên ji sektorên cuda tev li grevê bûn. Jinên ku ji bo daxuyaniyê li Cadeya Sakaryayê hatin gel hev, gelek caran dirûşmên “Bijî 8’ê Adarê” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Endama Komîsyona Jinan a DÎSK’ê Zeynep Akpinar Mucukgîl polîtîkayên îktîdarê rexne kir û got ku dê têkoşîna wan a li dijî polîtîkayên necezakirinê, newekheviyê û cihêkariyê bidomin.
Nûnera Herêma Anatoliyaya Navîn a DÎSK’ê Bîrgul Kaya jî got ku jinên di gelek sektoran de di grevê de ne, ew ê rê nedin xwarina keda jinê û got: “Roj roja têkoşînê ye û dê jin û ked bi ser kevin.” Zeynep Akpınar Mucukgîl, piştre jî daxwazên jinan rêz kir.
ESKÎŞEHÎR
Endamên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê yên li Eskîşehîrê jî çalakiya devjêberdana kar li dar xistin. Jinên li pêşiya Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Eskîşehîrê hatin gel hev, pankarta “Jin ji bo jiyanê bidin sekinandin di grevê de ne” hilgirtin. Demet Bagci di daxuyaniyê de got ku ew ê xwedî li ked, beden û nasnameya jinan derkevin.