NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozof û civaknasê navdar Edgar Morîn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, wiha got: “Ez heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya veguherîna aştî û demokratîk a li Tirkiyeyê.”
Fîlozof û civaknas Edgar Morîn ku li seranserî cîhanê kesayetekî navdar e, ji Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re peyamek şand û got ku piştgiriyê dide banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di peyama xwe ya bi zimanên Tirkî û Fransizî de Morîn wiha got: “Weke rewşenbîrek, li gorî min ramanên azad û nîqaşên demokratîk nirxên hevpar ên mirovahiyê ne. Ez, heta dawiyê piştgiriyê didim pêvajoya veguherîna aştî û demokratîk a li Tirkiyeyê. Di vê pêvajoya dîrokî de ku piştî Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da siyasetmedarên Kurd dest pê kir û bi Banga Aştî û Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de berdewam kir, ez bang li her kesî dikim ku rêzê ji bo îradeya pêkvejiyanê ya Tirk û Kurdan bigirin û hêzê bidin vê pêvajoyê. Ji Sokrates heta niha, em dizanin ku tişta mirovan dike mirov, fikra azad û guftûgoya bi mirovên din re ye. Jixwe, ma fikirîn jî ne diyaloga bêdeng a mirov bi xwe re dike ye?
Aştî ew e ku mirov bi xwe re û bi hev re azad biaxive. Aştî ne ew e ku mirov bişibin hev. Aştî, dayina firsendê ye, bêyî ku mirov tune bike qanehkirin e. Pêvajoya aştî û demokratîkbûna ya li Tirkiyeyê, pêwîstiyeke rûmeta mirovahiyê ye. Lewma jî li dijî sorkirina herêmî ya emperyalîzmê, ez radigihînim ku bi yekitiya gelên Tirk û Kurd re me.
Bijî azadî, bijî demokrasî.”
EDGAR MORÎN KÎ YE?
Edgar Morîn li seranserî cîhanê fîlozof û civaknasekî navdar e. Di sala 1921’ê de li Parîsê ji dayik bû. Di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de di eniya dij-faşîst de cih girt û di sala 1942’yan di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li dijî dagirkeriya Almanyayê ya li Fransayê têkoşiya. Di salên ciwantiya xwe de aktîvîstekî komunîst bû û di sala 1951’ê de jî ji Partiya Komunist veqetiya. Ji salên 1950’ê ve bi fikrên xwe li Fransayê û piştre jî li seranserî cîhanê weke yek ji sembolên civaknasiyê hat naskirin. Prof. Edgar Morîn, niha yek ji fîlozof û civaksanên herî mezin ên sedsalê tê qebûlkirin.
Li seranserî cîhanê ji 38 zanîngehan inwana doktoroya fahrî wergirt û demekî dirêj dîrektoriya Navenda Lêkolînên Zanistî yên Neteweyî ya Fransayê (CNRS) kir.