MANÎSA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya DEM Partiyê ya Manîsayê de axivî û got: “Birêz Ocalan ji nêzikatiya înkarger a dewletê re dibêje ‘xwe veguherînin.’ Ma şertên demokrasiyê dibin?”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Manîsayê li Eywana Laleyê ya Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Dema xwerêxistinkirinê ye” hat daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, rêveberên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dîwan hat hilbijartin û sînevîzyonek hat pêşandan.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide “maseya çareseriyê” ava bike û wiha got: “27’ê Sibatê, encama meseleya Kurd bû ku 50 sal in li vî welatî bûbû sedema windahiya aborî û enerjiya vî welatî. Birêz Ocalan got ku heke zemîna hiqûqî û siyasî were avakirin bila çek bên berdan. Em vê bangê gelek biqîmet û watedar dibînin.”
‘ÇOYÊ DI DESTÊ DEWLETÊ JÊ JI DESTÊ WAN DERXIST’
Bakirhan, anî ziman ku di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de peywireke mezin dikeve ser milê welatiyan jî û wiha domand: “Divê êdî pergala înkarger a sedsal in didome biguhere. Banga birêz Ocalan banga guherîn û veguherînê ye. Birêz Ocalan ji dewletê re, ji nêzikatiya înkarger a dewletê re dibêje ‘xwe veguherînin.’ Birêz Ocalan ji kedkar, xizan, bindest û hejaran re dibêje ‘xwe birêxistin bikin, xwe veguherînin, tifaqan çêkin û bi têkoşîneke hevpar a berhema xweha xwe bi ser keve.’ Birêz Ocalan dibêje; ‘dema têdikoşin, pêdivî bi ziman, uslub, pratîk û çalakiyê heye.’ Birêz Ocalan ji bo siyast, dewlet û civaka demokratîk a Tirkiyeyê banga guherîn û veguherînê dike. Rêxistineke ku ev 50 sal in têdikoşe fesih dike û dibêje ‘xwe biguherînin-veguherînin.’ Amûra ku 50 sal in ji bo têkoşîna mafan weke amûrekê bi kar tîne ji holê radike. Anku çoyê terorê yê di destê dewletê de ji destê dewletê digire.
MA ŞERTÊN DEMOKRASIYÊ DIBIN?
Bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re dê her kes qezenc bike. Ocalan dixwaze tifaqa Kurdan û Tirkan çêbike. Vê dijminatiyê gelek bi Tirkiyeyê da windakirin û Tirkiye hilweşand. Hêvîdarim dewlet û îktîdar û civaka demokratîk guh bide banga birêz Ocalan. Di banga Ocalan de tu şert an jî daxwaz tune bûn. Ji bo berdana çekan, bal kişand ser mecbûriyetên demokratîk. Duçerxeyek heye ku divê bigihije hedefa xwe. Ji bo vê jî em dibêjin ‘pedalan bizivirînin.’ Hin kes dibêjin ‘ev şert e nayê qebûlkirin.’ Erê baş e kekê heta ku pedal neyê zivirandin dê ew duçerxe çawa bigihije hedefa xwe? Aştî, duçerxe ye. Berpirsyartiyê dixe ser milê her kesî. Ev ne şert an jî daxwazin, ev mecbûriyet in. Ma şertên demokrasiyê dibin?
BANGA BERPIRSYARTIYÊ LI ERDOGAN Û OZEL KIR
Kî apê Zekî yê 85 salî li Çewligê bigire û bibe li Xarpêtê bixe hucreyê, ew kes li dijî pêvajoyê sabotaj û provakasyonê dike. Em bang li Erdogan dikin ku ji bo aştiyê berpirsyartiyê li xwe bigire. Em niha li bajarê birêz Ozgur Ozel, li Manîsayê ne. Dixwazim vê bangê bikim; komar 100 sal berê hate avakirin. Weke partiya ku komar ava kirî, em bang li we dikin ku di sedsala duyemîn a komarê de hûn ji bo komar demokratîk bibe neşxerêyekê pêş bixin.”
Piştî axaftina Bakirhan, rapora fealiyet û darayî hate xwendin. Di hilbijartinê de Evîn Gunsel û Kerem Taylan weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin. Piştî kongreyê, avakirina Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Manîsayê hate ragihandin.