AMED - Aktîvîstên jin ên zimanê Kurdî û di rêxistinên civaka sivîl de cih digirin li Amedê “Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî” ava kirin.
Aktivîstên zimanê Kurdî, endamên saziyên sivîl û gelek jin hatin cem hev û “Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî” îlan kirin. Jinên li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm-Sen a navçeya Bajarê Nû ya Amedê li hev civiyan. Di daxuyaniyê de pankartên “Ma cinî xo rêxistine kenê ziwanê xo azad kenê”, "Sedsala jinê wê bibe şoreşa zimanê Kurdî" hatin daliqandin û dovîzên “Kurd, Kurdkî, Kurdistan”, “Cinî û ciwan, kultur û ziwan", “Kurdî nasname me ye", “Her ca Kurdkî, her tim Kurdkî", “Bê ziman jiyan nabe”, “Jin û ciwan, çand û ziman”, “Ji bo Kurdî têkoşin”, “Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin” û “Zimanê me sînorê welatê me ye” hatin hilgirtin.
MECLISA HATE RAGIHANDIN
Endama Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) Emîne Oguz bi zaravayê Kurmancî û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED DER) Şukran Yakut jî bi zaravayê Kirmanckî daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalanî a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û ji bo me jinan gelek girîng e. Ev bangawazî jiyaneke nû ku hemû rengên wê dihewîne pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jinan dike. Di heman demê de di sedsala 21'ê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê avakirina civaka demokratîk vedike. Weke jinên dildarên Zimanê Kurdî em vê bangê dipejirînin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku em ê hewcedariyên mîsyon û berpirsyariya ku vê bangê li me kiriye pêk bînin. Li gorî vê mîsyonê, ji bo ku em xebatên xwe bi ruhê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bidomînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin, em jinên dildarên zimanê Kurdî, Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî îlan dikin. Û bi vê minasebetê em bang li hikûmetê dikin; divê di zûtirîn demê de şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan bê temînkirin û gavên berbiçav ên ku birêz Ocalan destnîşan kiriye demildest bên avêtin.
Em jinên Kurd ku bi dehan salan e li hemberî zext û zordariya arasteyî nasnameya xwe û zimanê xwe têkoşîneke bênavber didomînin, destnîşan dikin ku ji bo ev sedsala nû bibe sedsala zimanê Kurdî û pêngava nû bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe berfireh bikin. Em hewl didin hemû dildarên ziman ên jin di bin banê Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî de bînin ba hev û zimanê xwe ji çerxa bişaftin û xwebişaftinê xilas bikin.
EM JI POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ RE DIBÊJIN ÊDÎ BES E
Em wek jinên Kurd bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê sedsala nû de ku hem kapîtalîzm, hem netewedewlet û hem jî hemû hêzên din ên cîhanê dixwazin dîzayneke nû bidin avakirin de divê em bi xwedîkerketina li ziman, nasname û çanda xwe mohra xwe li vê sedsalê bixînin. Divê êdî em bêstatubûnê qebûl nekin, ji van polîtîkayên bişavtin û xwebişavtina ku ji destpêka komarê ve li ser gelê me tê meşandin re bibêjin êdî bes e û di vê sedsala nû de bikaribin mafên xwe yên xwebûniyê bi dest bixînin.
ZIMANÊ KURDÎ RUH, JIYAN, NASNAME Û XWEBÛN E
Divê gelê Kurd ji bîr neke ku ziman, ruh û jiyan e, nasname û xwebûn e, bîr û hişmendî ye, rûmet û şanazî ye. Jê qerîna ji ziman jê qerîna ji rûmetê ye. Divê di serî de jinên Kurd hemû gelê me ji îro û pê ve li hemberî van polîtîkayên bişavtinê ku sed salê bi awayeke pergalî tên meşandin helwesta xwe nîşan bide û ji vê bişavtina sed salan re bibêje êdî bes e.
Îro li gelek welatên cîhanê perwerdehiya pirzimanî û mafê fermîbûna ziman hatiye naskirin û qebûlkirin. Gel hene ku gelheya wan ne bi milyonan bi hezaran e lê dîsa xwediyê mafê perwerdehî û fermîbûna zimanê xwe ne lê bi milyonan Kurd ji mafê xwe yê mirovî yê bingehîn bêpar hatine hiştin. Bêdengiya me ya li hember vê binpêkirina mafê bingehîn a mirovî û qirkirina ziman pejirandina wendabûna ruh û xwebûniyê ye.
DÊ JINÊN KURD DESTÛRÊ NEDIN TU HÊZ ME JI ZIMANÊ ME BÊPAR BIHÊLIN
Êdî em jinên Kurd destûrê nadin ku tu hêz me ji ruhê me, ji nasname û ji zimanê me bê par bihêle. Wek Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî, em dê li hemberî her cure polîtîkayên bişaftinê têbikoşin, rola dîrokî ya jinê ya di hêla ziman de hêzdar bikin û ji bo zimanê Kurdî bighîje statuya makezagonî xebatan bimeşînin. Em jinên ku ji bo aştiya civakî her tim di refên herî pêş de têdikoşin em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî jî bidomînin.”
GELO DÊ MECLIS ÇI XEBATAN BIKE?
Di berdewamiya daxuyaniyê de xebatên ku dê Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî dane pêşiya xwe jî wiha hatin rêzkirin:
“* Em dê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê biparêzin; ji bo zimanê Kurdî ji pêştdibistan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebatan bimeşînin.
* Em dê hilberîna ziman a jinan teşwîq bikin; em dê di qadên wek wêjeya Kurdî, huner, medya û xebatên akademîk de berbiçaviya jinan zêde bikin.
* Em dê bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên gelemperî de berbelav bikin; em dê bi awayekî azad bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî, medya, kuçeyan û di jiyana civakî de teşwîq bikin.
* Em ê hişmendiya ziman zêde bikin; ji bo berbelavkirina axaftina Kurdî ya di nav malê de, di nav malbatê û di nav civatan de em dê xebatên hayjêbûnê saz bikin.
* Em ê hevkariya navneteweyî hêzdar bikin; em dê bi têkoşînên ziman ên tevgerên jin û gelên li welatên cuda re li cihekî hevpar bên ba hev û hevkariyê mezin bikin.”