MÊRSÎN - Sebahat Tuncel di Şahiya 8’ê Adarê ya Akdenîzê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn destpêkeke û banga têkoşîna avakirina civakê li hemû jinan kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Aştiyê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi dirûşma "Em li dijî kuştina jinan serî hildin û ji bo azadiyê dimeşin" şahiya 8'ê Adarê li dar xist. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qada mitîngê li gel stranan govend gerandin û bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Di mitîngê de Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Mêrsînê Bedrîye Kuş 8'ê Adarê li jinên li qadê pîroz kir. Bedriye Kuş peyama Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Aslan a ku qeyûm li şûna wê hat kirin re şandibû xwend. Dema peyam hate xwendin gelek caran jinan li çepikan xistin.
Piştî Bedriye Kuş Dayika Aştiyê Emîne Eren axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û xwest 8'ê Adarê bibe aştî û azadî.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna rêxistinî ya jinan, behsa banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Herî dawî siyasetmedar Sebahat Tuncel di şahiyê de axivî û got: "Di nava hefteyekê de jinên ji Tirkiye û Kurdistanê li qadan li ber xwe didin û li dijî tundiya li ser jinê û îstîsmara kedê ya li ser jinan rawestin û daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman. Li aliyekî behsa aştiyê, li aliyê din behsa demokrasiyê dikin. Em dibêjin divê ji bo demokrasî û aştiyê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bila her kes di nava aştiyê de bijî. Lê li aliyê din operasyonên siyasî berdewam dikin. Di operasyona li dijî HDK'ê de bi dehan hevalên me hatin girtin. Em hîn bûn ku li hemberî Hevberdevka me ya berê ya HDK'ê Esengul Demîr bi tundiya dewleta mêr re rû bi rû mane. Bi zorê lêgerîna tazî li hevalê me hate kirin û hevalê me li ber xwe da. Em li vir berxwedana we silav dikin. Xebatek mezin hat kirin, bedelên mezin hatin dayîn. Lê di dawiyê de, her şer aştiya xwe heye. Yên xurt aştiyê pêk tînin. Û ji bo avakirina aştiyê berpirsiyariya me hemûyan heye. Nikarin li bendê bin. Eger em bi rastî aştiyê dixwazin, em ê hemû berpirsyariyê bigirin ser xwe û aştiyê ava bikin."
Piştî axaftina Sebahat Tuncel şahî bi gerandina govenda li ber stranên hunermend Nuray Balik bi dawî bû.