STENBOL - Nivîskar Mevlut Aykoç û Îzzet û Şukriye Çinar ku ji ber pirtûka perwerdeya bi Kurdî “Hînker”ê hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Nivîskar Mevlut Aykoç, Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ku di çarçoeya lêpirsîna pirtûka perwerdeya bi Kurdî “Hînker”ê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Her 3 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Piştî îfadeya dadgeriyê, her 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.