RIHA - Girtî Îbrahîm Halîl Bozkurt ku nexweşiya kesayetiya antîsosyal lê hatiye kirin, ji Rihayê sewqî Erzînganê hate kirin û di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Îbrahîm Halîl Bozkurt li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û bêyî daxwaza wî û bêyî ku malbata wî were agahdarkirin, sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin. Ji bo Bozkurt, teşhîsa nexweşiya kesayetiya antîsosyal hatibû kirin û ev nexweşiya wî zêde pêş ketiye. Bozkurt, di sala 2021’ê de bi îdiaya “Çek û amûrên teqemeniyê li ser xwe girtiye” hatibû girtin û 15 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Serdal Bozkurt da zanîn ku birayê wî li Erzînganê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ev yek dê bike ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê girantir bibin.
Serdal Bozkurt, da zanîn ku birayê wî beriya agahiya malbatê 10 roj berê hatiye sewqkirin û ev agahî parve kir: “Di 27’ê Sibatê de ji bo aştiya Tirkiyeyê ji Girava Îmraliyê peyam hat şandin. Rojek piştre jî kekê min ji Rihayê sirgunê Erzînganê kirin. Ev zîhniyeteke çawa ye ku hem zilma xwe didomîne hem jî qala aştiyê dike. Rewşa birayê min rê nade ku li girtîgehên wiha bimîne. Hem wezareta dadê hem jî rêveberiya girtîgehê vê dizane. Ji ber ku rewşa wî ya derûniyê baş nîne, dibe ku zirarê bide xwe yan jî vê rewşê bi kar bînin û zirarê bidin kekê min. Divê kekê min demildest ji wir bigirin û bibin girtîgeheke ku qawîşên wê qelebalix.”