NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got: “Qeyûm, şerê îktîdara AKP’ê ya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelan e.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizman a Qersê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kesên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizman a Qersê, şerê îktîdara AKP’ê yê li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelan e. Şaredariya me xizmet ji gel re kir û pergala nelirêtiyê serûbin kir lewma hedef hate girtin. Lê belê ne em ne jî gelên me dê xespkirina qeyûman qebûl neke. Em vê derbeya li dijî demokrasiyê, li dijî îradeya gel û li dijî hevşaredarên hilbijartî bi tu awayî qebûl nakin. Dê pergala qeyûm têk biçe û gel bi ser keve.”