ŞIRNEX - Ji nava çeteya ku zarok û welatiyên biyanî jî di nav de bi zorê fihûş bi jinan dan kirin dewlet derket. Têkiliya navbera çeteyê ya bi 3 pispor û efserekî balê dikişîne, balkêş e ku ji bo jinan bînin bajar fihûşê bidin kirin van leşkeran bi kar tînin.
Pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya di sala 2013 'an de li Şirnexê li hemberî 25 kesên gumanbar hat vekirin, polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê xistine meriyetê radixe ber çavan.
Lêpirsîna ku di sala 2013'an de li dijî 25 kesan hat vekirin, piştî 11 salan bi îdîaya ‘bi armanca fihûşê avakirina rêxistinê’ veguheriye dozê. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê piştî 11 salan lêpirsîna xwe temam kir û îdianameya derbarê dosyayên ku di nav de 25 kesên gumanbar, 4 kesên gumanbarên mexdûr û welatiyên biyanî jî hene ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de sûcên; ‘Avakirina rêxistinê ya bi armanca sûc’, ‘Teşwîqkirin an jî bûne sedem ku zarok bikevin nava fihûşê’, ‘Bazirganiya mirovan a li dijî kesên ji 18 salî biçûktir tên kirin’, ‘Îstismara zarokan’, ‘Teşwîq kirin an jî bûne sedema fihûşê’, ‘Bazirganiya mirovan’, ‘Bi karanîna navên rêxistinên sûc tehdît kirin’, ‘Şantaj’ û ‘tefecîtî’ cih girtin. Di îdîanameya ku ji kiryaran re hat xwestin ku ji carekê zêdetir li gorî hejmara sûcên ku kirine bên cezakirin, her wiha hat xwestin ku ji ber sûcên hatine kirin ceza bê zêdekirin.
Di îdîanmeyê de îbrahîm Tatar ê ku di sala 2013'an de hat girtin û di sala 2024'an de serbest hat berdan wek serokê rêxistinê, Kenan Tatar wek cîgirê wî û 23 failên din jî wek ‘endamên rêxistinê’ hatin binavkirin. Di îdîanameya 3 çawişên pispor de bal hat kişandin ser bandora leşkerî ya wezîfedarekî ji bo zarok û welatiyên biyanî bîne bajêr û wan bi zorê bixe nava fihûşê.
LEŞKER JÎ DI NAVA RÊXISTINÊ DE NE
Di îdîanameye de hat gotin ku îbrahîm Tatar serokê rêxistinê ye û Kenan Tatar jî wekîlê wî ye. Di îdianmeyê de Abdullah Yildiz, Emrullah Baysal, Çawişê Pispor Ertaç Kaya, Ferhan Dayan, Ferhat Açi, Ferhat Ok, Hasan Açar, Çawişê Pispor Huseyîn Şahîn, Îbrahîm Ercan, Kemal Yilmaz, Mehmet Kandemîr, Munîr Çakan, Memur Mustafa Yalçin, Nîmet Koluman, Necmettîn Çevîk, Onder Ateşoglu, Remzî Yarar û Yunus Ertaş wek gumanbar hatin binavkirin. Ayşe Yeren, Bîrsen Ateş, Meral Teker û Zubeyda Rustemoglu wek gumanbarên mexdûr hatin rêzkirin, welatiyên biyanî; F. A., H. S., J. A., M. B., M. Î., N. H., R. S. Y. û X. Y. û welatiyên ji Tirkiyeyê; H. B., S. B., A. A., A.A., M. Ç., N.Ş. D. weke mexdûr cih girt.
NASNAMEYA LEŞKERIYÊ TÊ BIKARANÎN
Di îdianameye de hat diyarkirin ku serokê rêxistinê Îbrahîm Tatar bi zarokên H. B. û S. B re têkiliyên zayendî kiriye û jin bi zorê xistine nava fihûşê. Di îdîanemeyê de hat gotin ku jinên gumanbar û mexdûr, di berdêla pereyan de fihûşê dikin û navbeynkariyê li fihûşê dikin. Hat ragihandin ku endamên rêxistinê Emrullah Baysal û Kemal Ozsokuk bi alîkarê serokê rêxistinê re têkilî danîne û ji nifûsê sûd wergirtine ku çawîşên pispor Huseyîn Şahîn, Ertaç Kaya û Midûrê Karên Derve Mustafa Yalçin ên li Şirnexê dixebitîn û jinên ji derveyî bajar anîne fuhuşê. Yek ji van çawişên pispor Huseyîn Şahîn bi Meral Akin re têkiliyê datîne û ew li heman malê dijîn, Çawişê Pispor Huseyîn Şahîn jî di ferqa xebitandina vê rêxistina fihûşê de ye û ew hev dû nas dikin.
JINÊN BIYANÎ ANÎN
Di îdianameyê de hat gotin ku kesên bi navê Ferhat Ok û Ferhan Dayan, li gorî talîmata endamên rêxistinê Îbrahîm Tatar û hevkarê wî yê kar Halîm Enuştekîn jinên biyanî anîne Şirnexê û di Melîsa Barê de dane xebitandin.
XWEKUŞTINA RÊVEBIRÊ BANKÊ Û ÇAWÎŞÊ PISPOR
Di îdianmeyê de hat gotin ku gumanbaran Bîrsen Ateş û Zebeyde Rustemoglu, Midûrê Şaxa Navendî ya Bankaya Vakiflarê Mehmet Kandemîr ku têkiliya wan bi wan re heye, hesabên bankayê yên çawişê pispor Turgay Koç ku li Fermandariya Tûgaya Komando ya Cendirmeyan a 1’emîn a Çakirsogutê erkdar bû lêkolîn kirine. Her wiha hat diyarkirin ku çawişê pispor Koç têkiliya wê bi endama rêxistina fihûşê Ayşe Yaren re heye ku fihûşê dike û wek navbeynkar tevdigere. Hat diyarkirin ku Koç piştre li mala xwe întîxar kiriye û di muayeneyê de hatiye tespîtkirin ku ji aliyê alîkarê serokê rêxistina fihûşê Kenan Tatar ve hatiye tehdîtkirin. Di îdianmeyê de hat diyarkirin ku Midûrê Şaxa Wanê ya Banka Vakifê Mehmet Kandemîr, bi karê rêxistinê hesiyaye, agahiyên mişterî yên bankayê ku divê veşartî bibûna ji rêveberên rêxistinê re ragihandiye û heta bi jinan re ji bo têkiliya zayendî bazar kiriye.
DESTAVÊTINA LI ZAROKAN
Di îdîanemeyê de hat gotin ku Kenan Tatar û Remzî Yarar ên alîkarên serokên rêxistina fihûşê bi zorê bi wan re têkiliya zayendî bi H. B û S. B. ku biçûkê temenê H. B û S. B ne û di berdêla pereyan de ji muşteriyên mêr re ji bo fihûşê hatine şandin, ev zarok ji bo fihûşê bi pereyan firotin. Di îdîanameyê de hat gotin ku endamê rêxistinê yê bi navê Îbrahîm Ercan jî bi darê zorê îstîsmara zayendî kiriye.
MA / Zeynep Durgut