Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome

img
ENQERE - Di salvegera 8’emîn darbeya siyasî y 4’ê Mijdarê ku hevserok û parlamenterên DEM Partiyê hatin girtin de qeyûm tayînî ser sê şaredariyên DEM Partiyê hatin kirin. 
 
Desthilatdariya AKP'ê êrişên ku piştî têkçûna hilbijartina 7'ê Hezîranê li dijî tevgera siyasî ya kurd da destpêkirin, bi darbeya siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an ve derbasî qonaxeke nû kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek parlamenter hatin binçavkirin û girtin. Tevî biryara binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Yuksekdag û Demîrtaş 8 sal in di girtîgehê de tên ragirtin. Dîsa di vê pêvajoyê de (sala 2016’an) ji bo 96 şaredariyên ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dest xistibûn qeyûm hatin tayînkirin. Di heyama HDP’ê de jî qeyûm tayînî ser 48 şaredariyan hat kirin. Îro jî bi tayînkirina qeyûmên ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê dewam dike. Di salvegera 8’emîn a darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de qeyûm hatin tayînkirin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an, yekser hikûmeta AKP'ê peyam da ku polîtîkaya qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bike, di 7 mehên dawî de qeyûm tayînî şaredariyên Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin. 
 
Di 30’yê cotmeha 2014’an de di civîna herî dirêj a MGK’ê ya Tirkiyeyê de planên êrîşa topyekûn a li dijî kurdan pêk hat. Di çarçoveya vê planê de ku navê ‘Plana Çokşikandinê’ lê hat kirin, Serokkomarê AKP’î Erdogan maseya diyalogê quliband.
 
Piştî ‘Plana Çokşikandinê’, di 22’yê tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê du polîs bi hatin kuştin. Kuştina polîsan wekî sedema qulibandina maseyê nîşandan. Piştre di 24’ê tîrmeha 2015’an de li dijî Qendîlê êrîşên berfireh pêk anîn. Bi vî awayî konsepteke berfireh a şer dan destpêkirin.
 
Di çarçoveya vê planê de qedexeya derketina derve ya ku yekem car li navçeya Gimgim ya Mûşê di 16’ê tebaxa 2015’an de hatibû ragihandin, li 11 bajaran belav bû. Li gorî daneyên TÎHV’ê di navbera 16’ê tebaxa 2015 û 16’ê hezîrana 2016’an de di qedexeyên derketina derve de hezar û 425 kes hatin kuştin û 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûn. Herî kêm milyon û 809 hezar kes ji mafê azadî û ewlehiyê bêpar man. Piştî ku ‘Plana Çokşikandinê’ ya ku bajaran hilweşand ket meriyetê, ‘operasyonên qirkirina siyasî’ dan destpêkirin.
 
HEVŞAREDAR, HEVSEROK Û PARLAMENTER XISTIN ZINDANAN 
 
Di operasyona qirkirina siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên berê yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî di nav de gelek hevşaredar û siyasetmedar girtin. Li gor daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê; di navbera 24’ê hezîrana 2015’an û 1’ê sibata 2017’an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û 3 hezar û 647 jî hatine girtin. Di sala 2016’an de li 95 şaredariyên di bin rêveberiya DBP’ê de qeyûm hatin tayînkirin.
 
Di pêvajoyê de, di îlona 2020’an de bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de ên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, gelek siyasetmedarên HDP’î û kurd hatin binçavkirin û girtin. Di encama doza 18 jê girtî li 108 kesan hatibû vekirin, cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn.
 
Balkêş e ku piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ku HDP’ê serkeftineke mezin bi dest xist û 81 parlamenter şandin meclisê lez dan van operasyonan. Di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiya parlamenterên HDP’ê betal kirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter binçav kirin û girtin. Di ser ‘derbeya siyasî ya 4’ê mijdarê’ re 8 sal derbas bûn. Lê hê jî hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş hê jî girtî ne.
 
EWILÎ COLEMÊRG Û ESENYURT
 
Beriya wê jî gelek caran partiyên kurdan hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên kurdan hatin kirin. Di sala 2024’an de jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê û herî dawî Esenyûrtê kirin. Partiya kurdan tevî hemû zext, tundî, binçavkirin, girtin, qeyûman her tim hêza xwe mezin kir û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî hem li Kurdistanê û hem li tevahiya Tirkiyeyê berdewam dike. Îro DEM Partî û DBP’ê li gelek bajaran xebaten siyasî û rêxistinî ji berê xurtir û bi hêztir dimeşînin. Îro yek ji welatê herî zêde siyasetmedarên girtî lê hene Tirkiye ye. DMME jî ji ber van kiryarên li dijî siyasetmedaran Tirkiye mehkûm kiriye. Îro demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê ji ber van kiryaran li hemû cîhanê tê rexnekirin û niqaşkirin.
 
DI SALVEGERA DARBEYÊ DE QEYÛM HATIN TAYÎNKIRIN
 
Di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê hatin kirin. 

Sernavên din

04/11/2024
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir