Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin

  • rojane
  • 09:01 28 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku li Tirkiyeyê di serî de meseleya kurd navnîşana çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye û got: "Ger deriyên Îmraliyê vebin, dê deriyên serdemeke nû jî vebin." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 31 meh in tu xeber nayê girtin. Ji ber vê fikarên der barê Îmraliyê de zêde dibin. Lê li gel vê li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin.
 
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan têkildarî tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya kurd axivî. 
 
Nûrsel Aydogan
 
‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ' ÇIMA BI DAWÎ BÛ?
 
Aydogan anî ziman ku "pêvajoya çareseriyê" ku dihat armanckirin meseleya herî mezin a Tirkiyeyê meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, ji aliyê detshilatê ve hatiye bidawîkirin û li welêt rêbazên "şer" car din dest pê kiriye. Aydogan, bibîr xist ku civaka Tirkiyeyê piştgiriya pêvajoya çareseriyê kiriye û got: "Faktora herî mezin a xerakirina vê pêvajoyê, ew bû ku ev pêvajo bi kêrî desthilatê nedihat. Li Tirkiyeyê tu carî atmosfereke aştiyê ya bi vî rengî çênebûbû. Şer û pevçûn bi dawî bûbûn, sermayeyên navneteweyî hatibûn Tirkiyeyê, aboriya welêt xurt bûbû. Moral û hêviyeke mezin çêbûbû. Ev atmosfer bandor li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê kiribû. Ger ev mesele bihata çareserkirin, niha Tirkiye di pozîsyoneke pir cuda de bû." 
 
GER DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN...
 
Aydogan, bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelek ked daye û wiha dom kir: "Di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê û bi giştî hemû gel dîtin ku dê çareserî bi Ocalan re bê." Aydogan, bilêv kir ku piştî ku dilsoziya gelan a ji bo Abdullah Ocalan zêde bûye û bandora geşedanên li Rojava, desthilatê dîtiye ku dê ev pêvajo bi kêrî wê neyê û car din vegeriyaye pêvajoya şer û got ku ev pêvajo cara ewil bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. 
 
Aydogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku xwestin vê pirsgirêkê bi şer ji holê rakin, di cî de deriyên Îmraliyê qefilandin. A rast bi vê biryarê re Îmralî hat girtin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ya bi şandeyê re wiha gotibû; 'Dibe ku ji niha û pê ve hevdîtin çênebin. Ger hevdîtin çêbibin, lê ne bi parêzerên min re be û ne li ser çareserkirina meseleya kurd be, ez jî hevdîtinê nakim.' Wekî encam ez dixwazim vê bibêjim; pêwendiya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û tecrîdê de têkiliyeke mezin heye. Ji lew re her kes dizane, ger deriyê Îmraliyê vebin dê deriyên heyameke nû, pêvajoyeke nû vebin." 
 
Aydogan, destnîşan kir ku desthilat dê nikaribe meseleya kurd bi rêbazên şer çareser bike. Aydogan, gotinên Abdullah Ocalan ku gotibû "Ez ê vê meseleyê di hefteyekê de çareser bikim" bibîr xist û got ku di sedsala duyan a komarê de ev mesele tenê dê bi Ocalan bê çareserkirin. 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALIYÊ YE'
 
Aydogan, bilêv kir ku bandoreke mezin a nêrînên Ocalan li ser gelan heye û wekî îrade tê dîtin û got ku ji ber vê gel ji bo xelasiya ji hemû krîzan îşaret bi Îmraliyê dikin. Aydogan, detsnîşan kir ku herî zêde desthilat bi vê dizane û êrişên desthilatê yên li ser kesên behsa tecrîdê bi vî awayî rave kir: "Wekî Mervan Yanardag gotî, 'Birêz Ocalan dehayek e, hêza wî gelekî mezin e.' Anku tenê Mervan Yanardag vê yekê nabîne. Rayedarên herî bilind ên dewletê jî vê dibînin. Ji lew re ew jî dizanin ku gava Abdullah Ocalan daxilî nava meseleya dibe, mesele tên çareserkirin. Çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye, lewma divê tecrîda li wir bi dawî bibe." 
 
Aydogan, di dawiya axfatina xwe de bang kir ku divê hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz li dijî tecrîdê rabin. 
 
MA/ Ergîn Çaglar

Sernavên din

28/09/2023
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’