Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î

img
 
 
ŞIRNEX- Çapemeniya alîgir bi nûçeyeke ku sûcê Îdareya Taybet a bajêr xist stuyê Şaredariya Silopiya ya HDP'ê, serwîs kir. Hevşaredar Adalet Fîdan bertek nîşan da û got: "Ji ber ku em bi qada ku ne di berprisiyariya me de ye berpirsyar nîşan dane em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”
 
Mezra Xirbok ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ku 90 mal tê de ne û nifûsa wê ji 800 kesan pêk tê bi salan e bi pirsgirîka avê re rû bi rû ye. Gundê ku di fermiyatê de girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr e, bi salan e bê av e û pirsgirêka wê ya avê nayê çareserkirin. Lê belê Şadariya Silopiyayê ji bo ku gund bê av nemîne bi tanekêran mal bi mal avê vedikişîne. Lê çapemeniya desthilatê çend roj beriya niha nûçeyeke bi navê “Şaredariyê gel bêav hişt” belav kir û xwest bi vê nûçeyê Şaredariya HDP'î reş bike. Çapemeniya desthilatê sûcê walî û qeymeqam xist stuyê şaredariyê. 
 
Şandeya ku ji hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêxistina HDP’ê ya navçeyê û endamên meclisa şaredariyê pêkhatî çûn gund û bi gel re civiyan. Piştî hevdítina bi gundiyan re şandeyê li gund daxuyanî da çapemeniyê. 
 
‘JI GUNDAN ÎDAREYA TAYBET A BAJARAN BERPIRSYAR E’
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan diyar kir ku çapemeniya desthilatê li dijî şaredariyê dest bi kampanyeke reş kiriye û got: “Ev gund ji sê mezrikan pêk tê. Di van du rojên dawî de ji aliyê hin ajansên nûçeyan ve li dijî şaredariya me kampanyayeke reşkirinê  hatiye destpêkirin. Hatin gund nûçeyên derew ên wekî ‘Gund tî ye, şaredarî avê nade gund û ji bo çareserkirina pirsgirêka avê jî tu karekî nake’ serwîs kirin. Ji ber vê yekê em hewce dibînin ku ji çapemeniyê re van tiştan rave bikin; Qanûna rêveberiya herêmî ji du beşan pêk tê. Yek ji wan navçe û bajêr  bi xwe girêdayî şaredariyan e. Şaredarî ji aliyê ku dikeve  mucahirê navçe û bajaran berpirsyar e. Xizmetên gundan divê ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr  ve bê  dayîn. Ji pirsgirîka avê, ji pirsgirîka kanalîzasyonê yan jî ya çop ya gund  Îdareya Taybet a bajêr  berpirs e ji pêşkêşkirina her xizmeteke berpiryare. Em dizanin ku gundê me Xirbok û gundikên wê salek e pirsgirêka avê heye. Wan bi me re parve kirin ku çavkaniyên avê kêm bûne. Weke şaredariyê me ravekirina vê yekê bi gund bi xwe re parve kir. Em bi derfetên xwe hewl didin ji bo çareserkirina pirsgirêka avê  qasî ku ji destê me tê bikin. Ev hefteyek e ava gund bi temamî qut bûye. Av naherikin. Bi me re şêwirîn û em weke şaredarî ketin tevgerê. Tevî ku divê Rêveberiya Taybet a Bajêr  bi vê pirsgirêkê re mijûl bibe jî, me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwe berpirsyar dît.Tankerên me yên avê ev hefteyeke her roj li gund geriyan û bi vê derfetê em alîkariyê dikin. Me peywirdarê teknîkê ji Amedê anî da ku xeta avê ya gund çêbike.  Me ji wir encam girt.”
 
‘WALÎ Û QEYMEQAM PEYWIRA XWE PÊK NEANÎN’ 
 
Fîdanê anî ziman ku dê boriyeke avê ya 100 kîlometroyî bînin û wiha got: “Em ê boriyeke avê ya 100 kîlometroyî bînin. Em hewl didin pirsgirêka avê ya gundê çareser bikin. Yê ku li vir peywira xwe pêk naynin qeymeqam û Walî bi xwe ne. Ev gund salek e bi meseleya avê re rû bi rû ye. Heya îro diviyabû sondaj bihata kolandin, diviyabû alternatîf bihata dîtin. Butçeya van gundan ji  Îdareya Taybet a Bajaran de diçe . Ev hefteyek e av li gund nemaye, lê ji aliyê Rêveberiya Taybet a Bajêr  heta niha ti gav neavêtiye. Mafê wan tune ku vî gundî mehkûmî tîbûnê bikin. Qeymeqam û Walî  erkên xwe bi cih neanîn. Hin kes dixwazin weke kêmasiya şaredariyê nîşan bidin. Her çiqas qada me nebe jî, wekî şaredariya HDP'ê çawa ku heta niha alîkariya me kiriye em ê bidomînin."
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN
 
Adalet Fîdanê bi lêv kir ku ew ê der barê ajansên nûçeyan de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku wan li ser şaredariya me kampanyaya  reşkirinê dane destpêkirin û ji ber ku ajansên nûçeyan dest bi kampanya şermezarkirinê kirine û qada ku ne di berpirsyariya me de ye weke qada me nîşan dane em ê der barê wan de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.“
 
NÛÇE DEREWAND
 
Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk jî nûçe derewand û ev tişt gotin: “Rêveberên ku her tim hewl didin şaredarî û fikrên me reş b bikin, îro bi heman armancê li gundên dest bi kampanyayê kirine. Tu hêz wê nekeve navbera me û gelê me de. Piştî îro jî em ê bi gelê xwe we re bin. Em bi hemû hêza xwe li cem gelê xwe ne. Ev kampanya qirêj ji aliyê gelê me ve jî hatiye teşhîs kirin.”
 
HER ROJ AVÊ VEDIKÊŞIN GUND
 
Emrah Bîldik ê ku di îtfaiyeya şaredariyê de dixebite û her roj avê dikişîne gund jî diyar kir ku her hefte bi rêkûpêk av tînin  gund û ev tişt gotin: “Her roj 2 tankerên av tên gund. Ji ber ku li navenda navçeyê pirsgirêka avê heye, em dikarin tenê du tankeran bînin vir. Em  mal bi mal av dibin.  Em depoyên avê û yên bi hewzê tijî dikin.”
 

Sernavên din

11/09/2023
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin