Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin

img

STENBOL - Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku di Peymana Lozanê de kurd ji ber nebûna yekitiyê tune hatin hesibandin û got: “Heke yekitî pêk were, wê neçar bimînin ku kurdan nas bikin. Heke rewşa me ya parçebûyî dewam bike, em ê bêriya vê sedsalê bikin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."

 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emren Emekçî jî wek axiver beşdarî panela Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya bi navê “Di Sedsaliyê de Lozan: Muhasabe û Derfet” bûbû. Di panelê de pêvajoya Lozanê û piştre tiştên ku qewimînin hatin nîqaşkirin. 
 
Hiqûqzan Emran Emekçî bandora sed salî ya Peymana Lozanê nirxand.
 
ÇIMA KURDAN WINDA KIR?
 
Emekçî da zanîn ku sedema bingehîn a ku kurd di peymana 100 sal berê de nekarîn mafên xwe bi dest bixin yekitiya wan a neteweyî bûye û ji bo pêvajoyên bi vî rengî pêk neyên pêwîst e yekitiya neteweyî pêk were. Emekçî diyar kir ku dewletên serdest jî ji vê rewşa kurdan sûd wergirtine û ew xistine statûya hindikbûn-kêmneteweyitiyê û got: “Em kurd bi hêza xwe tênekoşiyan. 100 sal berê me bawerî bi tirkan anî û me got 'ew ê mafên me bidin me' û li hemberî niyeta baş jî me soz girt. Ji ber vê yekê me winda kir. Nebûna yekitiya kurdan, bêhişmendiya kurdan, an jî nebûna şiyarbûneke wek ya weke îro, bi kurdan da windakirin. Kurdên ku di wê demê de pêşengiya van kar û baran dikirin, serokên eşîrên feodal bûn. Helbet ez vê bi mebesta biçûkdîtinê nabêjim. Çi ji destê wan hat kirin, lê ne veguherî tevgera gel, ne veguherî yekitiya gel.” 
 
GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Emekçî destnîşan kir ku gelê kurd piştî Lozanê bû xwedî hişmendiya neteweyî û li dîasporayê potansiyeleke pir cidî derxist holê û wiha axivî: “Kurd piştî Lozanê bûne xwedî hişmendiya civakî, siyasî û nasnameyî. Lê gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye, ‘Zihniyet bûye şoreş, lê pêwîste ev zîhniyet bi cih bibe’. Ev emilandin çi ye; kongreya netewî, yekitiya netewî û organên wê, parastin, dîplomasî, meclis. Di dawiyê de, hemû pêkhateyên saziyan tenê ji bo vê yekê divê werin cem hev. Ger ev pêkhateyên ku birêz Ocalan gotibû di vê sedsalê de çêbibin, bandora Lozanê wê ji holê rabe û betal bibe. Belê, niha Lozaneke nû heye, lê divê gelê kurd êdî vê derfetê ji dest nede. Yanî heke yekitî çêbibe êdî divê kurdan nas bikin. Lê heke rewşa me ya perçebûyî berdewam bike, em ê bêriya vê sedsalê jî bikin. Divê em ji dîrokê hin dersan derxin. Ji ber vê yekê banga Ocalan a ji bo Kongreya Neteweyî girîng e."
 
‘DIVÊ EM LOZANA XWE BIAFIRÎNIN’ 
 
Emekçî anî ziman ku bi Lozanê re sed sal in gelê kurd di bin tecrîdê de ye û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mutlaq kir. Emekçî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelo di tecrîda Îmraliyê de qanûn heye? Na. Li gel Ocalan îro gelê kurd jî ji hiqûqê hatiye dûrxistin. Pêwîste bingeha vê neheqiya sed salî ji mirovan re were vegotin. Divê mirov li ser bingeheke rast qala Lozanê bike. Ji bo tunehesibandina neteweyek 20 mîlyon mirovî, bêstatû hiştina kurdna ewqas rewa nebe. Ya em ê bi hev re ji vê redkirinê û înkarê xilas bibin, an jî em ê wekî berê bimînin. Divê em weke gelê kurd Lozana xwe ava bikin. Divê me xwe bi xwe viya biafirînin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Îbrahîm Irmak  
 

Sernavên din

06/08/2023
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan
13:42 Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin
13:31 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abdulhakîm Kartal pirsîn
13:14 Serokwezîrê Pakistanê yê berê Han hate girtin
13:04 Qedexeya li Çiyayê Bagokê hate rakirin lê operasyon didome
11:35 Li Licê û Hênê operasyona leşkerî
11:03 Meclisa Ciwanan ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet’ da destpêkirin
10:39 Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir
10:26 Walîtiya Wanê hemû çalakî û xwepêşandan heta 2 rojan qedexe kir
10:10 Rojnamevanê girtî Karakaş: Ev bû 2 sal em nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin
09:55 Parêzer Avci: Divê têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê guhertin bên kirin
09:39 Qeyûm proje paşguh kir, sîteya pîşesaziyê di nava taxê de ma
09:03 Ekolojîst: Herkes bêje ‘bisekine’ dê encam bê girtin
09:03 Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hate sûcdarkirin!
09:02 Dîroknas Aydin: Çareseriya Lozanê Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:57 Li Dêrsimê konsera mîhrîcanê
04/08/2023
21:25 Li Mêrdînê operasyon hate destpêkirin
19:36 Li Wanê lehî rabû: Xanî hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin
19:17 Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê: Di bin çavdêriya dewletê de daristan tên birîn
18:52 Li Dêrsimê dengê stranên kirmançkî bilind dibin
18:38 Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê Sagkan re hevdîtin kir
18:30 Rojnamevan Yûrtsever li ser giliyê DEDAŞ’ê îfade da
18:12 Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê: Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde
16:37 Derheqê gardiyanên îşkencekar de serlêdana sûc hate kirin
16:20 HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû: Medyaya îktîdarê weke ‘deqeya dawî’ parve kir
16:19 Nobeta Aştiyê: Tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin
15:31 Hunermendan bertek nîşanî qedexeya Walîtiya Dêrsimê dan
15:11 Li Bazîdê cenazeyê ciwanekî hate dîtin
14:22 'Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Qirkirina Ezidiyan a Navneteweyî bê qebûlkirin'
13:58 Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da
13:57 Rapora girtîgehan a Baroya Agiriyê: Tecrîd derxistine asta herî jor
13:22 DEDAŞ'ê trafoyên taxê rakirin
13:05 Tehliyeyên du girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin taloqkirin
11:55 Dewleta tirk êriş dike, PDK li Zapê rêyên nû çêdike!
11:41 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?
11:29 Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin
10:56 Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin