Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin

  • rojane
  • 15:28 22 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye têkildarî 100 saliya Peyman Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe û bandora wê ya li ser kurdan konferans tê lidarxistin. Şaredarê Lozanê Gregore Jupond di konferansê de destnîşan kir ku neheqiyek mezin li kurdan hatiye kirin û ew dixwazin bi kurdan re li Lozanê rûpelek nû vekin. 

 
Salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya ku di sala 1923'an de li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê bi Tirkiyeyê re hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe, bi çalakiyên ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tên protestokirin. Konferansa îro dest pê kir û heta sibê dê bidome. Di konferansê de mijarên cuda tên nîqaşkirin. Konferans li eywana Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) a Lozanê tê lidarxistin. 
 
Ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê 600 kes beşdarî konferansê bûne û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî silavkirina beşdaran, li ser navê Komîteya Amadekar Leyla Îmret û Refîk Gafur, Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî hedef û armancên konferansê axivîn. 
 
‘WÊ ÎRADEYEKE HEVPAR DERKEVE HOLÊ’
 
Ahmet Karamûs destnîşan kir ku girîng e gelê kurd di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de encamên vê peymanê li vir binirxîne û destnîşan kir ku gelê kurd 100 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe daye û li dijî encamên vê peymanê îradeyeke mezin nîşan daye. Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku wê li ser navê gelê kurd îradeyek derkeve holê.
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad jî diyar kir ku gelê kurd 100 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe daye û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin, komkujî û tunehesabinadin yên di vê sedsalê de li ser gelê kurd tên meşandin.
 
ŞAREDARÊ LOZANÊ: EM DIXWAZIN BI KURDAN RE RÛPELEKÎ NÛ VEKIN
 
Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî beşdarî konferansê bûye û axivî. Jupond diyar kir ku di sala 1923’an de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li dijî kurdan e û wiha got: “Em dixwazin li vir bi kurdan re rûpeleke nû vekin. Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê kurd heye ku weke gelên din bijî.” Gregore Jupond diyar kir salona ku di sala 1923'yan de Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin jî kirine muze.
 
Piştî axaftina Şaredarê Lozanê, konferans bi sînevîzyona li ser Peymana Lozanê berdewam kir. 
 
‘RÊBER APO 50 SAL IN LI DIJÎ LOZANÊ LI BER XWE DIDE’
 
Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah anî ziman ku Peymana Lozanê destpêka qirkirinên ku li dijî gelê kurd e ku hatine ye û wiha axivî: “Li dijî Peymana Lozanê 100 sal in kedek mezin, têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber yên di vê têkoşîna azadiyê pêşengî ji gelê kurd re kirine û şehîd bûne, bi bîr tînim. Sedsala 21’an sedsala jinê ye. Sedsala 21’an sedsala gelên din ên ji bo gelê Kurd û pêşeroja wê, têdikoşin in. Sed sala ku me li pey xwe hiştî, sedsaleke ku ji bo kurdan dersên dîrokî wê werin derxistin. Li cihê ku mafên gelê kurd lê hatine înkarkirin, berxwedan heye. Têkoşîn heye. Rêber Apo ku di vê sedsalê de girîngiyek mezin daye têkoşîna gelê kurd û pêşengî ji têkoşîna Kurdistanê re kiriye, 50 sal in li dijî Peymana Lozanê li ber xwe dide. Têkoşîneke mezin meşand. Hem ji bo Kurdistanê hem jî cîhanê. 25 sal in li Îmraliyê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîna li Îmraliyê tê meşandin li dijî zilmê ye. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”
 
KARTAL: DI BINGEHA HEMÛ SIYASETAN DE LOZAN HEYE
 
Hevserokê KONGRA GEL’ê Remzî Kartal jî axivî û îşaret bi wê yekê kir ku beriya 100 salan Kurdistan hatiye parçekirin û wiha axivî: 
 
“Gelên me ji mafên wan bêpar hiştin. Ez li ser navê gelê xwe hemû welatên ku ev peyman îmze kirine, şermezar dikim. Hemû şehîdên Kurdistanê ku di sedsala borî de ji bo gelê kurd serî hildan û di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê me ji bo van peymanan ne amade bû. Xaka me parçe kirin. Gelê me parçe kirin. Gelê me ji hemû mafên wê bêpar hiştin.”
 
Di bingehê hemû siyasetên tên meşandin de Lozan heye. Lozan dîsa Enfal e, Helebce ye û Şengal e. Li Rojavayê Kurdistanê Kemera Ereb e. Li Bakur Plana Şark Islahat e. Li Rojhilat darvekirina Qazî Mûhammed û komkujiya Mahabadê ye.”
 
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî anî ziman ku ji ber Peymana Lozanê kurd bi qirkirina erdnîgarî û fîzîkî re rû bi rû mane. Mûînî da zanîn ku peyman 100 sal in li dijî gelê kurd esasê qirkirinan çêkiriye û destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî vê yekê li hemû qadan bibe yek deng û li ser bingehê neteweyî têkoşîna xwe bigihîne asteke nû.
 
FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ' 
 
Nûnera Jinên Kurd ên Ewropayê Besîme Konca jî axivî û destnîşan kr ku gelê kurd tevî qirkirin û talana Lozanê jî 100 sal in li ser pêya ye û ji bo welat û mafên xwe li ber xwe didin û îro ev berxwedan bi pêşengiya jinên kurd li rojavayê Kuristan û li rojhilatê Kurdistanê bi felsefeya "Jin jiyan azadî" berdewam dike. Konca anî ziman ku wê jinên kurd destûrê nedin polîtîkayên qirkirinê. 
 

Sernavên din

27/07/2023
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû