Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye

  • rojane
  • 09:11 22 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî diyar kir ku Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê belgeya neçareserkirinê ye û got ku meseleya kurd dînamîkeke diyarker e û ji bo çareseriyê jî îşaret bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. 

Peymana Lozanê ku netew dewletan ji bo tunekirin û înkarkirina kurdan ew di bin navê "aştiyê" de di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de îmze kirin, ket sedsaliya xwe. Bi peymanê re ku bi beşdariya nûnerên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin, Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de dabeşî çar parçeyan hat kirin. Kurd, ji ebr vê peymanê sed sal in parçekirî ne, lê li dijî polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê li ehr çar parçeyan û Ewropayê komxebat û konferansan li dar dixin û lêgerîna xwe ya ji bo "Lozana Civakî" didomînin. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî bandorên Peymana Lozanê û Paradîgmaya Azadiya Jinan, Ekolojiyê û Civaka Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku pêşî li ber Peymana Lozanê digire û modela çareseriyê pêşkêş dike, nirxandin. 
 
BELGEYA NEÇARESERIYÊ
 
Temellî diyar kir ku şerê parvekirinê yê emperyalîst ê mezin ê yekemîn hê jî ji bo Rojhilata Navîn temam nebûye û got: "Texrîbata di warê encamên şer de hat afirandin hingî mezin e ku mirov dikare ji bo texrîbata sereke bibêje ku gelên Rojhilata Navîn mehkûmî pergaleke kedxwariyê ya domdar hatine kirin. Gava mirov hem di warê aborî hem jî di warê siyasş de li pêvajoyê mêze bike, geşedanên li seranserê cîhanê û tew di warê encamên şerê mezin ê duyemîn de çendî çareseriyek bi dest ketibe jî, lê belê di warê tayinkirina çarenûsa xwe de ya gelên herêmê, tekane neçareserî li Rojhilata Navîn hatiye hilberandin. Gava em di vî warî d elê mêze dikin Lozan belgeya vê neçareseriyê ye." 
 
BÊÎSTIQRARIYEKE DOMDAR
 
Temellî anî ziman ku pirsgirêkên ku di sedsaliya Peymana Lozanê de nehatine çareserkirin dest ji pêxêla welatên herêmê bernedaye û wiha domand: "Bi taybetî jî ev peymana ku mafê tayinkirina çarenûsa xwe ya gelê kurd tune dihesibîne û pêşbînî dike ku li ser vê zemînê têkiliyên navneteweyî pêkan e; li ser pêşketina dîrokê bandoreke herî mezin a dîrokê afirandiye. Di serî de gelê kurd û bi giştî hemû herêmê û tew di warê Komara Tirkiyeyê de ku aliyekî vê peymanê ye û paradîgmaya wê ya damezrîner li ser vî esasî ye, di nava bêîstiqrariyeke domdar û guloka pirsgirêkan de hiştiye. Ji meseleyên Mûsil-Kerkûkê heya xeyala 'kizil elmayê' hema bibêje hemû utopyayê li ser warê kurdan veguherandiye dîstopyayekê. Gelê kurd ku welatê wî tune ye jî, di nava vê guloka pirsgirêkan de rastî êşên herî mezin hatiye." 
 
FERASETA MÎSAKÎ MÎLLÎ
 
Temellî Peymana Lozanê di warê Tirkiyeyê de ji bo demeke kurt wekî" destekeftiyekê" û ji bo demeke dirêj jî wekî "windahiyekê" nirxand û wiha got: "Ji bo erdngariya ku feraseta Mîsakî Nîliyê xwe lê bi cih kiriye windahiyek e, lê di demeke kurt de qîma xwe Hatay ne tê de bi sînorên îroyî tîne." Temellî destnîşan kir ku li erdnîgariya ku wekî Mîsakî Mîliyê tê pênasekirin pirsgirêk hatine taloqkirin û got ku Tirkiye bi tu awayî dest ji terhê xwe yê heyî bernedaye." 
 
JI BO TIRKIYEYÊ WINDAHIYEKE SEDSALÎ
 
Temellî ku got "Tirkiye bi stratejiyeke wekî ber bi pêş ve veguhastina destkeftiyan û jinûve bidestxistina tiştênd di Lozanê de ji dest çûne, rotaya dewletê bi taybetî di warê polîtîkayên herêmê de diyar dike" û got ku senaryoya nimêjê ya li Mizgefta Emeviyê û xeyala Kerkûkê rengvedana heman rêgehê ne. Temellî wiha domand: "Lozan di vî warî de hê peymaneke netemamkirî ye. Ji bo temamkirina wê divê kurd bi temamî veguherin parçeyekeî vê senaryoyê. Jixwe meseleya sereke jî ji vir dest pê dike. Bi vî awayî îmzekirina Lozanê, çendî wê demê wekî destkeftiyekê hatibe hesibandin jî, lê ji bo Tirkiyeyê windahiyeke sedsalî ye." 
 
Temellî wiha domand: "Ger peymaneke li gor armanca welêt ya ku dînamîkên xweser ên erdnîgariyê û kurdan esas digire bihata çêkirin, dê destkeftî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo kurdan pir mezin bibûna. Lê belê ji ber pêgirtîbûna Tirkiyeyê ya bi hestên rasyonel a aqilê îttihatparêzan, wekî windayê bêdawî yê şerê cîhanê yê parvekirinê yê yekemîn didome." 
 
DAXWAZÊN KURDAN TUNE HATIN HESIBANDIN
 
Temellî bilêv kir ku kurd mexdûrê herî mezin ê Şerê Cîhanê yê Yekemîn in û wiha pê de çû: "Em dibînin ku beriya peymanê û piştî wê, daxwazên gelê kurd tune hatine hesibandin û bi tu awayî daxilî nava peymanê nehatine kirin. Sedemeke girîng a meseleya kurdan jî ku hê jî pirsgirêka sereke ya siyaseta kûrewî ye, ev peyman e. Li bara gelê kurd gelek hêlên girîng ên vê peymanê hene. Em behsa gelekî mezin ê herêmê dikin ku ji ber vê peymanê hemû mafên wî yên bingehîn tune hatine hesibandin û hatiye mexdûrkirin dikin. Îro ro sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, meseleya kurd e û yên sedemên neçareserkirina vê pirsgirêkê jî Lozan û peymanên din ên wê demê ne." 
 
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN
 
Temellî îşaret bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir ku pêşî li ber Peymana Lozanê digire û wiha axivî: "Paradîgmaya Ocalan... ev têgih; dike ku em jinûve li ser gelek tiştan hûr bibin, em ê çawa ji nava pirsgirêkan derkevin û siyasetke damezîrner a nû çawa bê avakirin... Nêzîkatiya paardîgmayê ya li geşedanên dîrokî, bi awayekî rast kodkirina dînamîkên beriya Lozanê û bi xwendineke nû ya dîrokê re tenê ne di warê Tirkiyeyê de, di warê herêmê û asta global de hilberandina çareseriyekê dide der û dibêje ev çareserî ne mehkûmî statukyê ye, guherandina statukoyê ye û bi pênasekirina îdiayeke damezrînerê nû cîhaneke din pêkan dike. Cîhana em lê ne, di nava pirsgirêkên neçeraserkirî yên sedsalê de difetise. Ji bo em ji nava vê derkevin, pêdiviya me bi paradîgmayeke li dijî pergala kapîtalîst-netew-dewletê heye. Lewma paradîgmaya Ocalan, di vî warî de gerdûnî ye û namzetê destpêkirina serdemeke şoreşger a nû ye. Çaw aku Lenîn di dema şerê parvekirinê yê cîhanê de şoreşa Sovyetê ava kir û mudaxileyî rêgeha cîhanê kir, îro Ocalan jî di şert û mercên 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' de mudaxileyî rêgeha heyî dike. Çendî stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo herêmê û siberoja gelê kurd di vê pêvajoyê de dînamîkên diyarker bihewînin jî, lê paradîgma ji vê gelekî wêdetir e."
 
‘MESELEYA KURD DÎNAMÎKA DIYARKER E'
 
Temellî bilêv kir ku Tirkiye bi israr heman tiştî diceribîne û dixwaze encamên cuda bi dest bixe, lê ev feraseta irasrarker çavkaniya pirsgirêkan e. Temelî got: "Tirkiye welatekî qeyranan e. Ji bo tu pirsgirêkeke xwe ya bingehîn çareyeke mayinde peyda nake. Hûn li kîjan meseleya wê mêze bikin, hûn li holê pirsgirêkên kûr, aboriyeke şikeste, jiyaneke bi serweriya mêr dibînin. Çareserkirina meseleya kurd, di warê çareserkirina meseleyên din de dînamîkeke diyarker a krîtîk e. Sihra matematîkî ya ku krîzên prialî çareser bike di çareserkirina vê meseleyê de veşartî ye. Ocalan li Îmraliyê di hucreya xwe ya 9 metrekareyî de çareya vê prisgriêkê hilberand. Xwedîderketina li vê çareseriyê, li dor mîsakeke din afirandina muktesebatên nû hem ji bo welêt hem ji bo herêmê siberojeka li ser esasê statuya kurdan pêkan e, lê desthilata ku maseya quliband û neçareseriyê tercîh kir, niha li ser sergoyê dîrokê li bermayiyekê digere ku siyaseta xwe bix elasê bixe. Ev ne pêkan e." 
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de got: "Lozan êdî temenê xwe temam kiriye û nikare Lozanên nû hilberîne." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

27/07/2023
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû