Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê

  • rojane
  • 14:13 17 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Der barê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan tevî ku gelek nexweşiyên wî hene û 27 sal in girtî ye de biryara tehliyeyê hat dayîn. 

Mehmet Emîn Ozkan girtiyek nexweş û 84 salî ye. Li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an dihat ragirtin. Derbarê Ozkan de biryara tehliyeyê ango berdanê hat dayîn. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin; rewşa nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan xedar dibe û wî di 13’ê tîrmehê de radikin unîteya nihêrîna awarte ya Nexxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ozkan bi awayek kelemçekirî nexweşxaneyê û tê tedawîkirin. Duh Ozkan derxistin ji beşa nihêrîna awarte derxistin odeya asayî û paşê jî wî birin nexweşxaneyê. 
 
Der barê rewşa Ozkan de me bi keça wî Selma Ozkan re hevdîtin kir. Selma Ozkan da zanîn ku girtiyên ji wan re ragihandine ku bavê wê rakirine nexweşxaneyê. Ozkan anî ziman ku tansiyon û nirxê xwînê yê bavê wê kêm bûye û laşê wî îltîhab girtî rakirine beşa nihêrîna awarte û piştî Cejna Qurbanê bavê wê 5 caran rakirine nexweşxaneyê. 
 
Selma Ozkan diyar kir ku ji ber bavê wê dîsa birine girtîgehê birayê wî ji bo li rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bipirse çûye Edliyeya Amedê. Selma Ozkan anî ziman ku dozger ji birayê wê re gotiye, “Girtina wî 3 mehan hat taloqkirin. Piştî karûbarên li girtîgehê wê ji girtîgehê were berdan.” 
 
Ozkan got piştî vê agahiyê ji bo pêşwaziya bavê wê ew çûne ber girtîgehê. 
 
27 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE
 
Ozkan di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Tuggeneral Bahtiyar Aydin di 22’yê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Lice ya Amedê hate kuştin. Ozkan, di sala 1996’an de bi îdiaya kuştina Aydin li Mêrsînê hate binçavkirin û li ser îfadeyên du şahidan hate girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) Ozkan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” darizand û cezayê muebbetê lê birî. 2 şahidan jî piştre diyar kirin ku îfadeyên xwe di bin îşkenceyê de dane. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryara binpêkirina “darizandina adilane” da. Li ser biryara DMME’yê, biryar hate dayîn ku Ozkan jinûve were darizandin. Doza Ozkan ji sala 2014’an heta niha didome. 
 
Di pêvajoya girtîgehê de Ozkan bi gelek nexweşiyên giran ket. Lê tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 6’ê nîsana 2015’an de derheqê Ozkan de raporek amade kiribû û gotibû ku ji sedî 87’ê fonksiyonên laşê xwe winda kirine. Nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû lê ATK’ê bi rapora xwe ya “dikare di girtîgehê de bimîne” re nedihişt Ozkan were tehliyekirin.
 
 

Sernavên din

23/07/2023
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'