ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike

  • rojane
  • 16:09 17 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - ÎHD û Dayikên Şemiyê starta Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyan da û wiha bang li Tirkiyeyê kir: “Tavilê Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî ya NY’ê îmze bikin û bi cih bînin.” 
 
Komîsyona li Dijî Windakirinên di Bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Dayikên Şemiyê, bi boneya çalakiyên di 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Widakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê dev ji windakiriyên xwe û Galatasarayê bernedin. Galatasaray a me ye!” hatibû vekirin. Gelek xizmên windakiriyan tevî wêneyên xizmên xwe tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got ku dê di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li Dijî Widakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî de çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Yolerî wiha domand: “Weke ku tê zanîn sûcê windakirina di bin çavan de li Tirkiyeyê sûcekî di demên berê de nîne. Hinek sepan hêj niha jî didomin. Em dizanin ku ev sûc hêj tê kirin. Em serlêdanên windakirina di bin çavan de û revandinê yên ji bo komeleya dibînin. Ji 6’ê tebaxa 2019’an heta niha tu agahî ji Yûsûf Bîlge Tunç nayên girtin. Em ê di tevahiya vê hefteyê de ne tenê ji bo demên berê, ji bo niha jî ji rayedaran bixwazin ku bi berpirsyartiya xwe rabin. Tirkiyeyê hêj jî Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze nekiriye. Ev yek nîşan dide ku ji berpirsyartiyê direvin. Tevî biryara AYM’ê jî nahêlin Dayikên Şemiyê li Galatasarayê bicivin. Polîsan nehiştin li pêşiya Goristana Bêkesan daxuyanî were dayîn û bi tundiyê hatin binçavkirin. Li her derê em rastî tundiya polîsan tên. Ev yek nîşan dide ku dewlet naxwaze bi sûcên xwe re hevrû bibe. Em dixwazin civak di vê mijarê de hestiyarî nêz bibe û dewlet jî çareseriyê pêş bixe.” 
 
BILA PEYMANA WINDAKIRIYAN BÊ ÎMZEKIRIN
 
Piştre jî xwişka nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28’ê tîrmeha 1993’yan de li Bedlîsê hate revandin û cenazeyê wî di 4’ê tebaxê de li qeraxê gola Hazar a Xarpêtê hate dîtin, Ayşe Tepe metna daxuyaniyê xwend. Tepe, got ku mijara windakirinên di bin çavan de careke din bû rojev û zext li têkoşîna wan tê kirin lewma dê têkoşîna xwe xurtir bidomînin. Tepe, ev bang li rayedarên dewletê kir: 
 
“*Ji bo daxwazên me yên heqîqet û edaletê çi pêwîst bike bi cih bînin. Aqûbeta windakiriyên me eşkere bikn, dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin, di dosyayên windakiriyan de lêpirsîneke bibandor bidin meşandin û faîlan ceza bikin. 
 
* Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî îmze tavilê îmze bikin û pêk bînin. 
 
*Qedexeya li ser Qada Galatasarayê ku ev nêzî 5 sal in bi awayekî derhiqûqî didome, tavilê bi dawî bikin û li gorî AYM’ê tevbigerin.
 
*Dawî li tundiya polîsan û tacîza darazê ya li dijî xizmên windakiriyan û parastvanên mafan bînin.” 
 
‘DEWLET BO MIN DEYNDAR E’ 
 
Dayika Mûrat Yildiz ku di 19 saliya xwe de hatibû binçavkirin û windakirin, Hanîfe Yildiz jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Demekî kin nîne, ma ez ê ji ku dera 28 salan dest pê bikim. Vegotina vê rewşê gelek zehmet e. Di roja ewil a ez hatim vê derê êşa min çi be, ew êş hêjta zêdetir bû. Hem hêrs û hem jî serîhildan. Ji ber ku ez mafdar im, min ji edaletê bawer kiribû. Dayikekê ji dewletê bawer kir, bir û radest kir. Û wan tune kir. Dewlet bo min deyndar e. Heke ez bo dewletê deyndar bûma niha deh caran hatibûya ber deriyê min. Ez nikarim zarokê xwe bigirim. Dema ez dibêjim ‘dewlet, edalet li ku ye’, polîs derdikevin pêşiya min. Dilê dewletê tevî vê şerma wê rehet e lê dilê min rehet nîne. Ji bo dayikekê ev rewş rewşeke gelek zehmet e. Dema ez van tiştan dibêjim, polîs tên hemberî min û dikenin. Bifikirin, ev 28 sal in êşeke wisa giran e ku êdî dilê min nema dikare ragire. Ez ji kurê xwe efûya xwe dixwazim, lêborînê jê dixwazim. Li gel me gelek mirovan ev yek jiya. Me hinek dan girtîgehan û hinek jî dan axê. Ez li hemberî tevan jî bejna xwe ditewînim.” 
 
‘EM Ê DEV JI GALATASARAYÊ BERNEDIN’
 
Hevjîna Fehmî Tosun ê di sala 1995’an de piştî ji mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê derketî tu agahî jê nehatin girtin, Hanim Tosun jî ev tişt anî ziman: “Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Em ê her tim windakiriyên xwe bipirsin. Ev hefte, ji bo me pir girîng e. Galatasaray jî ji bo me pir girîng e. Ji ber ku dema li Galatasarayê bilind bûn, hemû dinyayê dengê me bihîst. Me dengê xwe li wir da bihîstin û dê dev ji wir bernedin. Heta ku aqûbeta hemû windakiriyan tê zanîn û faîlên wan tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîn û Galatasarayê bernedin.” 
 
Herî dawî jî Yolerî axivî û got ku dê di 19’ê gulanê saet di 12.00’an de li Goristana Gaziyê windakiriyan bi bîr bînin. 
 

Sernavên din

21/05/2023
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte