2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne

img
DÎLOK - Di erdhejê de di bin kavilên blokên C yên Koma CCK’ê yên ku xwediyê wan endamê Meclisa Şaredariya Nûrdagi yê AKP’î mutehit Yûnûs Kaya ye de gelek kêsan jiyana xwe ji dest dan. 2 zarokên di bin kavilan de man hêj nehatine dîtin. Pîra zarokan Seyran Onsun xwest neviyên wê bên dîtin. 
 
Hemû avahiyên li navçeyê ji aliyê Koma CCK’ê ve hatin çêkirin ku xwediyê wê endamê Meclîsa Şaredariya Nûrdagi yê AKP’î mutehit Yûnûs Kaya ye, tevî ku di dema dawî de hatine çêkirin jî di erdheja navenda wê Mereşê de, hilweşiyan. Di avahiyên hilweşiyan de li gorî welatiyan ji 300 kesan zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku Serokê Lijneya Rêveberiya Koma CCK’ê Yûnûs Kaya di heman demê de hevkarê xwediyê Înşeta Kavak ku ji aliyê Şaredarê Nûrdagiyê Okkeş Kavak ê AKP’î ve hatiye damezrandin Osman Kavak e. Balkêş e ku ji Kaya yê di Komîsyona Îmarê ya Şaredariyê de cih digire re Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Daristanê û Wezareta Perwerdehiyê bûne referans. Piştî tiştên qewimîn Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î Kavak û endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î mutehit Kaya hatin binçavkirin û girtin. 
 
‘DI BLOKÊN CCK’Ê YÊN HILWEŞIYAN DE DU ZAROK WINDA NE’  
 
Ji ber vê organîzasyona ku wezaret jî di nav de hene, çîrokên jiyanê yên gelek malbatan nîvco man. Yên di paş de man jî hewl didin di nav hêsirên çavan de şînê bigirin. Yek ji kesa sax ma jî Seyran Osun (59) a kur, bûk û neviyekî wî jiyana xwe ji dest dan û 2 neviyên wê jî winda ne ye. Kurê wê Îsmaîl beriya salek û nîvan di qata duyemîn a Blokên C yên avahiyên CCK’ê yên li Taxa Bahçelîevler a Nûrdagiyê daîreyek kirî. Di erdhejê de avahiya 5 qatî bi temamî hilweşiya û gelek mirovên tê de jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên encax di roja sêyemîn a erdhejê de mudaxileyî enkazê kir, gihiştin cenazeyên gelek kesan. Ji malbata Osun jî cenazeyê bav Îsmaîl, dayik Medîne û keça wan hatin derxistin û ji zarokên wan ên bi navê Sîraç û Îsmet ên 9 û 13 salî tu agahî nehat  girtin. 
 
Bi ser erdhejê re ji mehekê zêdetir wext derbas bû. Kavilên blokên C ên Koma CCK’ê yê hatin rakirin lê tu agahî ji Îsmet û Sîraç nehatin wergirtin ku li kû derê ne. Pîra wan Seyran Osun, anî ziman ku qet nebe dixwaze bila goreke neviyên wê hebin. 
 
‘ZAROKÊN MIN BI QÊRÎNÊ MIRIN’
 
Osun anî ziman ku 5 zarokên wê hene û da zanîn ku di erdhejê de 2 zarokên wê û 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dane. Osun, bi lêv kir ku di erdhejê de pêxwas derketiye derve û wiha got: “Em pêxwaz reviyan me nezanî biçin ku derê. Zarokên min bi qêrînê mirin. Min neviyên xwe nedîtin, zarokên min jiyana xwe ji dest dan. Mal û milkê zarokê min çû. Tu tiştê wî nema. Kezeba min gelek şewitî. Ez ne li erd ne li asîman im.”
 
‘BILA NEVIYÊN MIN BÊN DÎTIN’ 
 
Osun, diyar kir ku ji ber nexweşa şekrê ye bi awayekî derbasdar di konteynirekê de dimînin û destnîşan kir ku hefteyekê li ser kavilan sekinîne. Osun, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî çend rojan dora saet 04.00’an li kurê min geriyan. Kurê min çû ser kavilan cenaze derxistine. Ji min re negotin. Ez jî serê sibê çûm. Rayedarên hikumetê di roja 3’yemîn a erdhejê de hatin û dest bi kolana kavilan kirin. Rayedaran ji me re gotin ‘Em ê bibînin’. Me her du jî nedîtin. Bila neviyên min bên dîtin min tiştekî din nevê. Bila goreke wan hebe bes e.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

19/03/2023
14:03 Li Çewligê agirê Newrozê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ vêxistin: Têkoşîna Kawayan dê mezin bibe
13:49 Rojnamevan Hasan Îşler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Li Tetwanê Newroza azadiyê
13:35 Newroza Antalyayê dest pê kir
13:31 Gel di Newroza Îzmîrê de nerazîbûn nîşanî îktidarê dide
13:28 Gever bi agirê Newrozê germ bû: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
13:01 Li Qada Yenîkapiyê coşa Newrozê
12:57 Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:45 Li Gebzeyê pîrozbahiya Newrozê
12:31 Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
12:23 Li Wanê Newrozê dest pê kir: Bi deh hezaran kes diherikin qadê
12:08 Di Newroza Êlihê de gel azadiya Ocalan diqîre
12:01 Nobeta Edaletê di roja 727’an de ye: Gelek tiştên bên lêkolînkirin hene
12:00 Li Sêrtê gel ji 3 milan ve dikeve qada Newrozê
11:56 Ji Geverê heta Mûşê gel li qadên Newrozê ye
11:46 Newroza Çewligê dest pê kir | ZINDÎ
11:10 Li Îdirê gel li qada Newrozê ne
11:07 Gel diherike Qada Yenîkapiyê: Hezar silav bo Îmraliyê
10:55 Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Qoserê diherike qada Newrozê: Ji bo Ocalan azadî
10:39 Li 23 bajaran agirê Newrozê tê vêxistin | ZINDÎ
10:33 Xelkê Wanê tevî şiliyê jî diherike qada Newrozê
09:55 Li Ewropayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kir
09:42 KNK’ê ji bo 9 şervanên HSD’ê sersaxî xwest
09:00 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber redkirina serlêdana ji bo hevdîtinê serî li AYM'ê da
09:00 Banga beşdariya ji bo Newroza Amedê: Dem dema şikandina tecrîdê ye
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'YAN
08:50 Kişanak: Em ê wateya Newrozê di 14’ê gulanê de veguhêzin ser sindoqê
18/03/2023
23:23 Ciwanên Geverî agirê Newrozê vêxistin
21:34 Qeyûmê Pirsûsê ji wezîfeyê hat girtin
21:27 Ciwanan li Wêranşarê agirê Newrozê hil kir
21:21 Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
20:11 Li bajar û navçeyan bangên ji bo Newrozê
18:31 Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê
16:54 'Ji bo gelên Sûriyeyê em ê modela modernîteya demokratîk ava bikin'
16:36 Hat xwestin girtiyê ku penceşêra qirikê lê peyda bûye bê berdan
16:28 Adarok îsal bêdeng hat pîrozkirin
15:49 ÎHD û Malbatên Windakiriyan ji bo Hasan Ocak bang kirin
15:16 Piştî 11 salan serdana Misrê kir
15:14 Ji bo girtiyê ku gurçikên wî îflas kirine daxwaza taloqkirina înfazê kirin
15:03 Nisêbîna rengîn xwe ji Newroza azadiyê re amade dike
14:34 Dayikên Şemiyê: Bi kujerên salên 90’î travmayên me der nekin
14:05 Xizmên Windayan li aqûbeta Mungan û Kursep pirsîn
13:55 Li Hatayê bekçiyan tundî li mexdûrên erdhejê kir
13:46 Sibê wê li Antalyayê agirê Newrozê bê pêxistin
13:15 Kujêrê malbata Şenyaşar li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da
12:55 Ji partiyên Kurdistanî peyama Newrozê: Em bi ruhê yekitiya neteweyî qadan tije bikin
12:03 Li Semsûrê avahiya 3 qatî ya bixesar xwe bi xwe hilweşiya
11:54 Li Serhedê amadekariyên Newrozê temam bûn
11:40 Derbarê Pûtîn de biryara girtinê hate dayîn
11:31 Li Geverê mirinek bi guman
11:30 Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand
11:17 Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê axir û dinyaya wan wêran bibe
11:16 Ji bo Newroza Mêrsînê bang kirin: Werin em serhildana xwe bikin yek
10:44 Li Êlihê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn: Em li qada Newrozê hesab bixwazin
10:27 Qoser ji Newrozê re amade ye: Em qesra Dehaqan bi serê wan ve hilweşînin
10:26 Qeymeqamtiyê xizmên AKP’î û MHP’iyan wergirtin kar
10:09 Parêzer Dînç: Divê CPT demildest rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bike
09:57 Qada Yenîkapiyê ji bo agirê Newrozê amade ye
09:30 Nexweşxaneya Elkê tevî rapora “Ji erdhêjê re ne qayime” jî nayê valakirin
09:21 Dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:02 Onlîk ê ji konebajar hat derxistin: Piştî erdhejê, lehiyê li me da!
09:01 Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin
09:01 'Girtîgeha Amedê divê bibe muzeya hevrûbûnê'
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2023'YAN
17/03/2023
20:20 Rêveberiya Xweser: Em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin
19:51 Ciwanan li Wanê agirê Newrozê gur kir
19:47 Li Cizîrê ji bo Newrozê belavok hatin belavkirin
19:43 Kiliçdaroglû hevdîtin bi Turkan Elçiyê re kir
17:40 QSD: 9 şervanên me di qezaya helîkopterê de şehîd bûn
17:36 Rojnamevanên ku li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:34 Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
16:54 Bûldanê li Rihayê serdana welatiyên ku bandor ji lehiyê girtin û malbat Şenyaşarê kir
16:53 Ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê hate kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 18 kesan
16:36 Agirê Newrozê wê li 39 navendan were vêxistin
16:21 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Em soz didin wê hesabê bidin
16:12 Girtiyê nexweş ê rewşa wî xedar e dîsa hat girtin
15:23 Ji bo Newrozê bang li ciwanan hate kirin: Em ruhê serhildanê belav bikin
15:13 Li Dîlok û Mereşê bîranînên çilrojê
14:38 Cizîra Botan wê li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bike
14:37 Dosyayên parêzbendiyan ên 3 parlamenteran şandin Meclisê
13:33 Buldan: Derfet heye ku em vê feraseta dizî, talan û nelirêtiyê têk bibin
13:07 Sancar: Em ê bi avakirina jiyana nû re hesab ji berpirsiyarên felaketê bixwazin
12:57 Rojnamevan Yildirim hate berdan
12:50 Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin
12:50 Aydenîz: Gelê me wê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
12:19 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:52 Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê
11:51 Li Mehsertê jineke ciwan awayeke guman jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Serokkomar kesê komkujî pêk anî diparêz e
11:34 HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin
11:34 HDP’ê ji bo çilroja erdhejê vîdeo parve kir: Hûn dê hesabê bidin
11:29 ‘Balavxane di nava jiyanê de bûye mîna odeyeke biçûk’
11:23 Li Îranê 7 girtiyên kurd hatin bidarvekirin
11:13 Di dosyeya HDK’ê ya Tekîrdagê de derbarê 38 kesan de doz hat vekirin
11:01 Alîkariya 10 hezar TL’an nedanê lê weke ku wergirtibe nîşan dan
10:20 Me xwe gihand 378 gundan, li 215 gundan 2 hezar û 151 cenaze hatine definkirin
10:15 Bajarê ku tevlibûna Newrozê sal bi sal lê zêdetir dibe: Wan
10:02 Ji 13 salî û vir ve Newrozê pîroz dike: Ji bo azadiyê wê agir gur bibe
09:38 Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê