14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin

  • rojane
  • 16:16 21 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Saziyên ziman ên têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniya hevpar dan, bertek nîşanî hewldana guhertina demografiyê dan û wiha gotin: "Zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin"
 
14 Saziyên ziman û kovaran têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin erdhejên li Mereşê çêbûn û wiha gotin: "
Îsal em bi karesateke mezin a erdhejê pêşwaziyê li 21ê Sibatê dikin ku bi ser gelê me de hatiye. Tê gotin ku vê karesatê rasterast bandor li 15 mîlyon mirovî kiriye û ji ber wê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi mîlyonan kes jî bê cih û war mane. Em wek saziyên zimanê kurdî bi vê minasebetê kesên ku jiyana xwe ji dest daye serxweşiyê ji malbatên wan re û ji gelê xwe re dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin ku em xwe hevparê vê xemê dizanin.
Her çend ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî, li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Eger di roja roj de tedbîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedida. Vê karesatê dîsan nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çi qas zêde xemsar e."
 
GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ PIŞAFTIN Û QIRQIRINE
 
Saziyan di berdewama daxuyaniya xwe de wiha gotin: "
Li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin, li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan yan li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!
Erdhejê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste meydanê. 
 
EV PERGAL KESÊN NETIRK MECBÛRÎ MIRINÊ DIKE
 
Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku eger bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin 'hawar', kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YİMERê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
 
 
TIŞTÊ ME JI DESTÊN PERGALÊ XELAS BIKE HEVGIRTIN Û RÊXISTINBÛNA GEL E
 
Çawa ku bi salan e gelê kurd li hember vê faşîzmê tê dikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze, bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin.
 Em wek saziyên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin."
 
Navên Saziyên ku daxuyaniya hevpar dane wiha ne: 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
 Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
 Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
 Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
 Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerêya Arsîsayê – Wan 
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed 
Komeleya Zimanû Çandê ya Birca Belek – Cizîr
 Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
 Kovara Destar – Amed
 
 

Sernavên din

03/03/2023
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin