Der barê jinên ku tundî li wan hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

img
ŞIRNEX – Derbarê jinên Botanê ku di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê hatibûn binçavkirin û polîsan tundî li wan kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Jinan got: “Em ne ji dadgehên wan û ne jî ji lêpirsînên wan ditirsin. Em bi hêz dibin û têkoşîna xwe mezin dikin." 
 
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di 25'ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de gelek jin meş li dar xistin û polîsan êrişî wan kiribû û kiribûn binçavan û tundî li wan kiribûn. Derbarê jinên ku meş li dar xistin de lêpirsîn hat destpêkirin. Bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" derbarê jinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hevşaredarên HDP'ê yên  Silopiya, Hezex û Cizîrê jî di nav de 23 jin hatibûn binçavkirin. Ji van gelek jin bi tundiya polîsan re rûbirû mabûn û rapora tundiyê jî stendibûn. 
 
Ji van jinên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin Endam Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya Asûman Kulter in. 
 
'EM JI DADGEHÊN WAN NATIRSIN'
 
Hevseroka HDP'a Silopiyayê Asûman Kulter a ku polîsan tundiyê lê kiriye û destê wê şikandibûn anî ziman ku bi van lêpirsîna ew ê dewlet nikaribe têkoşîna wan bide sekinandin û wiha axivî: "Weke ku her kes dizane 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî ye. Em îsal jî weke her sal li qadan bûn. Ji bo ku tundiya li ser jinan bisekine em li kolanan bûn. Wê rojê weke jinên HDP’ê me xwest em li Cizîrê werin cem hev û dengê xwe bidin bihîstin. Lê em ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan tundiyê li me kir. Zilm li me kirin û li me dan. Milê min şikandin. Tevî ku em hatin binçavkirin û tundî li me hat kirin jî derbarê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Em vê şermezar dikin. Em ji lêpirsîn û dadgehên wan natirsin. Heta ku dixwazin bila lêpirsîn û dozan bidin destpêkirin, em ê gavekî jî paşve neavêjin. Em ê heta dawiyê têkoşînê bidomînin û heta ku em jinan azad bikin. Ew baş dizanin ku jinên HDP'yî çiqasî bi hêz in. Ew jî dibînin ku ev têkoşîn roj bi roj çiqasî mezin dibe. Ji ber ku ji jinan ditirsin êriş dikin. Hewl didin me teslîm bigirin û me bitirsînin." 
 
DI MEHEKÎ 3 LÊPIRSÎN DER BARÊ WÊ DE HATINE DESTPÊKIRIN 
 
Kulter zanîn ku di nava mehekî de derheqê wê de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin û got: "Ez endama Meclisa Giştî bûm, lê min ji wezîfeyê dûr xistin. Lê min dev ji têkoşîna xwe berneda û niha jî weke hevserokat HDP’ê têdikoşim. Em ê vê têkoşînê li her derê belav bikin û bidomînin. Em ê vê ala têkoşînê bigihînin serkeftinê û teqez em ê bi ser bikevin. Di naveroka dosyeyên lêpirsînê de jî tiştek nîne. Yek ji wan van dosyeyan jî ji ber ku min behsa têkoşîna jinan kiriye, hatiyê amadekirin. Hemû lêpirsîn derbarê xebatên jinan de ne. Lê em bi vê gefa wan a darazê xurtir dibin û têkoşîna xwe mezintir dikin." 
 
'EW TUNDIYÊ DIKE Û EM SÛCDAR DIBIN’ 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî ya ku destê wê ji cih hatibû derxistin û mehekî di alçiyê de mabû jî bi lêv kir ku li ku derê tundî hebe ew ê li wir dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Roja 25'ê Mijdarê me xwest ku tundiya li ser jinan şermezar bikin, lê tundî li me hat kirin. Kî tundiyê bike em ê li dijî wan li ser pêya bin. Polîsan bêexleqî û bêrêzî li me kirin. Destê min ê çepê badan û ji cih derxistin. Heta niha jî destê min baş nebûye. Destê min seqet bûye. Ez dikim û nakim nikarim destê xwe biavêjim tiştekî. Wan heqeret li me kir û ew sûcdar bûn. Em ne ji bo şer li wir bûn. Em ji bo tundiya li ser jinan li wir bûn. Wan heqeret li me kir û neheqî li me kir û di ser de jî radibin derbarê me de lêpirsîn didin destpêkirin. Em vê qebûl nakin. Divê ku ew bihatana darizandin, lê rêya darizandinê li ber me vedikin. Em vê helwesta neheq şermezar dikin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

07/02/2023
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin