Ozguneş: Tifaqa Ked û Azadiyê hêviya gelan e

img
ŞIRNEX- Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di kongreya DBP’ê ya Silopiyayê de axivî û wiha got: “Tirkiye ji her alî ve xitimî ye. Tekane hêvî, Tifaqa Ked û Azadiyê ye.” 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” li navçeya Silopiya ya Şirnexê kongreya xwe li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, rêxistinên DBP’ê yên navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, MEBYA-DER û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongre li Eywana Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz a li avahiya HDP’a Silopiyayê hate lidarxistin.
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê Partiya Meclisê ya (PM) DBP’ê Kadîr Kunur axivî. Kunur, diyar kir ku ew xwe li dijî polîtîkayên tesfiyekirinê xwe birêxistin dikin, ew bêhtir bihêz dibin û xebatên xwe mezintir dikin. Kunur, got ku kongre ji bo serkeftina wan gavên girîng in. 
 
‘DEWLET TÊK ÇÛYE’
 
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî diyar kir ku gelê kurd li dijî hemû êrişan têkoşîneke bêhempa dide û ev tişt anî ziman: “Em di qonaxên dîrokî de derbas dibin. Gelê kurd li her derê tevî hemû şert û mercan jî têdikoşe. Gelê kurd mohra xwe li dîrokî dide. Gelê me li hemberî faşîzma AKP’ê û MHP’ê li berxwe dide. Em ê tekoşîna xwe berfirehtir bikin. Gava ku em hatin me sozek da û me got em ê têbikoşin. Li hemberî zimanê me û nasnameya me bêtehemûliyeke gelek mezin heye. Lê belê gelê kurd bi têkoşîna xwe her planên wan vala derxistin. Em di her şert û mercan de têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev sedsal dê bibe sedsala gelê kurd. Ji ber ku hêza çareseriyê ye. Dewlet êdî têk çûye. Nikarin vê têkoşînê tune bikin. Zilm li ku be em ê li wir li dijî wê bin û azadiyê ava bikin. Îro tecrîda li ser Ocalan li her girtîgehan belav bûye. Ev tecrîd berdewamiya komployê ye. Em ji gelê xwe bi bawer in ku wê bi mezinkirina têkoşînê bersiv bide êrişan.” 
 
‘ HÊVÎ TIFAQA ME YE’
 
Piştre jî Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ozguneş, wiha domand: “Em di nava têkoşîneke bêhempa de ne. Xwestin ku bi her awayî têkoşîna gelê kurd têk bibin. Lê bi ser neketin. Ev 2 sal in li ser Ocalan dorpêç heye. Vê dorpêçê zindan hemû kirin dojeh. Pirsigirîka kurd kûrtir bû. Di AKP’ê de exlaq nema, aborî têk çû. Tirkiyeyê li her derê winda kir. Tirkiye ji her alî ve xitimî ye. Hêvî li ku heye, hêvî tifaqa me ya ked û azadiyê ye. Hêza demokrasiyê em in. Bi roja ye ji bo ku dorpêça li ser Ocalan rabe me çalakiyek da pêşiya xwe. Gelê Botanê di her pêvajoyan de barê giran da ser milê xwe em bi hêvî ne ku di vê meşê de jî dê tişta ku dikeve ser milê wê bike.” 
 
Piştî axiftinan rapora maliye û faaliyetê hate xwendin. 
 
Emîne Ozek û Reşît Azma weke hevserok hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

07/02/2023
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin