Di doza Kobanê de dozger dê mutalaayê bide

img
ENQERE – 21’emîn danişîna Doza Kobanê ku dê 3 rojan bidome dest pê dike. Tê payîn ku dozger di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê bike. 
 
Ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatibûn lidarxistin. Bi hinceta çalakiyan, Doza Kobanê hatibû vekirin û 21’emîn danişîna dozê dê di navbera 7-8 û 9’ê sibatê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. Derheqê siyasetmedaran de 3 hezar û 530 rûpel û 324 klasor hatine amadekirin. Lê siyasetmedaran parastinên xwe yên dawî nekirine. Lê belê tê payîn ku dozger di vê danişînê de mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê bike. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, 28 jê girtî bi giştî 108 kes di dozê de tên darizandin. Di îddianameyê de ji bo 108 kesan tawanbariyên weke “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, 37 caran “kuştina mirovan” û gelek tawanbariyên din tên kirin. Di 241 rûpelên ewil ên îdianameyê de navên 37 kesên jiyana xwe ji dest dane, Wezareta Dadê ku weke gilîkerê mexdûr cih digire, AKP, CHP, Partiya Hur Dava, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Hundir, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Wezareta Parastina Neteweyî jî di nav de bi giştî navên 2 hezar û 676’an hene. Di îdianameyê de her wiha çalakiyên di navbera 6-8’ê Cotmehê de û “Şahidên nepen” ên 20 danişînin îfadeyên razber û hevnegirtî didin hene. 
 
PÊVAJO ÇAWA BER BI 6-8’Ê COTMEHÊ VE ÇÛ?
 
Di sala 2011’an de li Sûriyeyê protestoyên civakî dest pê kirin. Gelên ku ji bo avakirina paradîgmaya jiyana azad a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê kirin, di sala 2014’an de piştî Cizîrê, îcar jî li Kobanê û Efrînê kanton ragihandin. Gelên herêmê yên ku dixwestin qedera xwe bi xwe diyar bikin, rastî êrişên komên paramîlîter hatin. 
 
Pêvajoya ber bi protestoyên 6-8’ê Cotmehê ve ku bûye mijara dozê, di 14’ê îlona 2014’an de bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê re dest pê kir. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrişan bi hêza xwe ya cewherî bersiv dan. Li Kobanê jî bi hezaran kes ji warên xwe bûn û berê xwe dan bajarên ser sînor. Ji bo ku li dijî êrişên DAIŞ’ê di asta navnetewqeyî de hestiyarek were avakirin û bi mebesta piştevaniya bi gelê herêmê re, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Çalakî di 6’ê Cotmeha 2014’an de dest pê kirin û di 7 û 8’ê Cotmehê de derket lûtkeyê. Piştî protestoyan jî  li gelek bajaran qedexeya derketina derve hate ragihandin. 
 
DAXUYANIYA ERDOGAN
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hişyarî dan îktîdarê lê encamek jê derneket. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 7’ê cotmehê de got; “Vaye Kobanê jî li ber ketinê ye.” Piştî van gotinan jî çalakî hêj mezintir bûn. Li gorî raporên têkildarî çalakiyan, 54 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
GIRTIN
 
Piştî ku Erdogan bûyera li Rezan a Amedê ku di encamê de Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn xistî rojevê, derheqê siyasetmedaran de doz hatin vekirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, gelek parlamenterên HDP’ê û hevserok hatin binçavkirin û girtin. 
 
GOTINÊN WÎ HATIEN BEREVAJÎKIRIN! 
 
Dema ku berxwedan didomiya, Erdogan gotibû “Kobanê jî li ber ketinê ye” lê piştre bajar hatibû rizgarkirin. Erdogan jî di 3’yê tebaxa 2015’an de gotibû ku gotinên wî yên têkildarî Kobanê hatine berevajîkirin. Piştî ku DYA’yê diyar kir ku YPG û PYD’ê weke “rêxistinên terorê” pênase nakin, weke şirîkên xwe dibînin û dê alîkariyê bidin wan, Erdogan di 10’ê sibata 2016’an de wiha got: “Ey Amerîka ma şirîkê we ez im an terorîstên li Kobanê ne?” 
 
Gefên Erdogan di demên piştre de jî berdewam kirin. Di 8’ê cotmeha 2017’an di salvegera 3’yemîn a 6-8’ê Cotmehê de Erdogan li Afyonê wiha digot: “Dixwazin ku ji devera herî rojhilat ber bi Behra Spî ve korîdoreke terorê ava bikin û em neçar in ku vê korîdorê xera bikn. Em ê destûr nedin. Heke em destûrê bidin dê Kobanêyeke nû bijîn, bila li me biborin. Em naxwazin Kobanêyeke nû bijîn û dê nedin jiyîn.” Erdogan ê ku di çarçoveya polîtîkaya penaberan de bi milyonan penaber û  koçberên ji erdnîgariya ereban bi navê “birayên me yên ummetê” pêşazî kir, di 24’ê çileya 2018’an de ji bo kesên ji barbariya DAIŞ’ê derbasî Bakur bûbûn wiha digot: “Kesên ji Kobanê reviyayîn welatê me, li welatê xwe venagerin.” 
 
AYM’Ê BIRYAR NAS NEKIR
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî bûyerên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de qewimîn bo Demîrtaş gotibû ku “sûcdar nîne.” Llê Erdogan got ku ew vê biryarê nas nake û di 9’ê kanûna 2020’an de wiha gotibû: “Ez vê biryarê nas nakim. Hedê min nîne xwe têkilî karê darazê bikim lê heke hebe qaşo mafekî terorîstekî mîna Selahattîn Demîrtaş, bila kes li bendê nebe ku em biparêzin. Di wê baweriyê de me ku dê daraza me ji bo terorîstekî mîna Demîrtaş derfeteke wisa nede. Li hêla din faîlê Kobanê, Amedê, Yasîn Boru ew e.” Bi van gotinên xwe jî HDP û Demîrtaş kiribûn hedef. 
 
Erdogan ê ku ev gotinên xwe tevek ji bîr kirin, di 6’ê tebaxa 2021’an de jî ev gotina sosret dikir: “Weke ku hûn jî dizanin, miletê me li Kobanê ezmûneke mezin da û me mijara Kobanê çareser kir. Yên ku tevahiya hemwelatiyên me yên kurd ên ji Kobanê parastin em bûn.”
 

Sernavên din

07/02/2023
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin